‘Mîtînga Botanê peyama 24'ê Hezîranê ye' 2018-06-17 15:43:02   ŞIRNEX - Namzetê HDP'ê yê Şirnexê Dr. Serdar Kunî,  diyar kir ku li gel qedexe, kuştin, xerakirinê dîsa gelê Cizîrê serî netewand û bi deh hezaran kes beşdarî mîtînga Cizîrê bû. Kunî, da zanîn ku coş û tevlêbûna mîtînga Botanê peyama hilbijartina 24'ê Hezîranê ye.    Rêxistina Partiya Demoratîk a Gelan (HDP) duh li Cizîrê bi tevlêbûna deh hezaran mîtîng pêk anî. Mîtîng bi coşek mezin û girseyek zêde pêk hat. Li Şirnex û navçeyên wê piştî hilbijartina 7'ê Hezîrana 2015'an û 1'ê Mijdarê di sala 2016'an de kolan hatin qedexekirin û bi mehan bi tang û topan êrîşî taxan kirin û bajar xera kirin. Bi sedan kes li kolan û jêrzemînên avahiyan bi topan hatin kuştin û cenazeyên    wan li holê man.    Li Şirnexê di 14'ê Adar û 14'ê Mijdara 2016 de kolan hatin qedexekirin. 246 rojan qedexeya li Şirnexê berdewam kir. Bi sedan kesan di qedexeyên li kolanan de di êrîşê tang û topên leşker û polîsan de jiyana xwe ji dest dan. Ji 12 taxên Şirnexê 8 tax bi tevahî tune bûn. Li Cizîrê di navbera 4-12'ê Îlona 2015'an de 9 rojan qedexe hat îlan kirin. Dîsa di navbera 14'ê Kanûna 2015'an û 2'ê Adara 2016'an de 79    rojan qedexe li kolan û taxên Cizîrê hatin îlan kirin. Di qedexeyên li Cizîrê de jî bi sedan welatiyên Cizîrê di êrîşên leşker û polîsan de jiyana xwe ji dest dan. Li navçeya Hezexê 43 rojan qedexe hatin îlankirin. Di qedexeyan de 2 tax bi tevahî hatin xerakirin. Bi dehan kes hatin kuştin. Li navçeya Sîlopî jî ewil 36 rojan qedexe hat îlan kirin. Bi dehan mal hatin xerakirin. Zêdeyî 30 kesan jiyana xwe ji dest dan.    XERA KIRIN Û QEYÛM TAYÎN KIRIN   Piştî qedexeyan tax xera kirin û piştî xerakirina taxan bi hezaran welatî hatin binçavkirin. Endam û rêveberên partiyan hatin binçavkirin. Li ser îfadeyên "Şahidê nepen" bi  hezaran kes hatin binçavkirin. Bi sedan kes hatin girtin. Piştî darbeya 15'ê Tîrmehê OHAL hat îlankirin û piştî OHAL'ê qeyûm tayînî şaredariyan kirin. Bi KHK'yan bi sedan karker û karmend ji kar hatin avêtin. Wekîltiya Parlamenterên    HDP'ê Faysal Sariyildiz û Ferhat Encu hat xistin.    JI ROBOSKÊ HETA CIZÎRÊ XIZMÊN KUŞTIYAN TEV LI MÎTÎNGÊ BÛN.    Di mîtinga Cizîrê de bi deh hezaran kes amade bûn. Bi deh hezaran kesên ku beşdarî Newroza 21'ê Adarê ya Cizîrê bûn, li gel girtin, binçavkirin û êrîşan dîsa duh qada mîtîngê tije kirin. Bi taybetî xizmên kesên di 28'ê Mijdara 2011'en de balafirên şer ên TSK'ê ew kuştin û xizmên kesên di qedexeyan de jiyana xwe ji dest dan hatin tev li mîtîngê bûn. Malbata Cemile Çagirga, malbata 3 siyasetmedarên kurd ên li Sîlopiyê jiyana xwe ji dest dan amade bûn. Malbatên kesên di jêrzemînê de jiyana xwe ji dest dan jî amade bûn.    ‘BOTAN ŞAHIDÊ ŞERÊ  40 SALAN  E'    Namzetê HDP'ê yê Şirnexê Dr. Serdar Kunî,  diyar kir ku li gel qedexe, kuştin, xerakirinê dîsa gelê Cizîrê serî netewand û bi deh hezaran kes beşdarî mîtînga Cizîrê bû. Kunî, da zanîn ku coş û tevlêbûna mîtînga Botanê peyama hilbijartina 24'ê Hezîranê ye. Kuni, da zanîn ku gelê Boanê şahidê şerê 40 salan e û ji salên 1990’an heta niha gundên wan hatin xerakirin û ji cih û warên xwe koçber bûne û wiha got:    "Botan şahide şerê 40 salan e. Gelê Botanê tu carî serî netewenad. Bi deh hezaran mirov hatin girtin. Rastî îşkenceya giran hatin. Gelê Botanê tevî hemû zext, tundî û îşkenceyên giran serî netewand. Di geşedanên 3 salên dawî de xwest bi temamî Botanê xera bikin, Xwestin bajarên Botanê nexşeyê paqij bikin. Mirov di jêrzemînê de bi saxî şewitandin. Qeyûm tayin kirin. Bi deh hezaran mirovên me    girtin. Me çawa di salên 1990'an de serî netewandin, em niha jî serî natewînin.    Mîtînga ku duh pêk hat ji niha de bersîva hilbiartina 24'ê hezîranê ye. Duh gelê Botanê nîşan da ku vîna wî çiqas xurt e. Bi mîtînga duh serkeftina 24'ê hezîranê ji niha de îlan kir."