Walî saet di 03.00’an de telefon kir: Hûn nikarin biçin Pirsûsê 2018-06-17 12:59:22   AMED - Rêxistinên civakî xwestin têkildarî bûyera Pirsûsê biçin Pirsûsê û lêkolîn bikin, lê rastî astengiya polîsan hatin. Derket holê ku Waliyê Rihayê û midûrê polîsan saet di 03.00’ê şevê de bi telefonê li Nûnerên Rexistinên Civakî geriyane û gotin "Em nikarin ewlehiya we bistînin. Em destûr nadin hûn bên Rihayê."    Heyeta ku ji endam û rêveberên Baroya Amedê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) û gelek rêxistinên sivîl pêk dihat; bi armanca bûyera ku li navçeya Pirsûsê pêk hat lêkolîn bikin xwestin biçin Pirsûsa Rihayê. Lê Midûriyeta Polisan a Rihayê bi hinceta "ewlehiya canê wan tune" diyar kirin ku dê destûr nedin têkevin Rihayê. Li ser daxuyaniya Midûriyeta Polîsan a Rihayê, polîsên Amedê heyet li dervê Amedê rawestand û destûr nedan ku heyet derkeve dervê bajarê Amedê. Heyeta Nûnerên saziyên civakî ku xwestin biçin lêkolîn bikin, li dervê bajarê Amedê ji aliyê polîsan ve bi TOMA û maşîneyên zirxî hatin rawestandin. Derket holê ku Midûrê Polîsan ê Rihayê û Waliyê Rihayê saet di 03.00'ê şevê de li nûnerên rêxistinên civakî geriya ye û gotiye "Em nikarin ewlehiya we bistînin."    ASTENGIYA LI PÊŞ XWE ŞERMEZAR KIRIN   Nûnerên saziyên civakî yên li dervê bajar hatin astengkirin, li pêş Otogara Amedê daxuyanî dan çapemeniye û helwesta walitiyê şermezar kirin Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen, diyar kir ku nûnerên Rêxistinên Demokratîk û sivîl ji bo hilbijartinek demokratik û adîl pêk bê dê li ser sindoqan bin û wiha got: “Ji bo em piştgiriyê bidin demokrasiyê, em dê ewlehiya sindoqan bistînin. Mixabin piştî pêvajoya OHAL'ê hewldanên perçekirin û enîkirina civakê zêde dibe. Ragiya siyasî bandora xwe li ser civakê dike. Em dibînin rageşiya siyasî vedigere rageşiya civakî. Em bang li rayedaran dikin ku destûr nedin vê rageşiyê. Em dixwazin her kes di nava helwesta demokratîk de her kes karibe wekî hev û bi awayekî adîl propaganda xwe bike. Em dixwazin hilbijartinek wekhev û bi edalet pêk bê. Li Pirsûsê êşa me nedixwest pêk hat. 4 welatiyên me jiyana xwe ji dest dan. Em wekî nûnerên Saziyên sivîl ên Amedê û saziyên sivîl ên Rihayê hem ji bo sarsaxiyê ji malbatan re bixwazin û hem jî lêkolîn bikin me heyetek ava kir.    ‘NÎVÊ ŞEVÊ SAET Dİ 03’AN DE GERIYAN'   Ozmen, destnişan kir ku çûna wan a Pirsûsê bi awayekî keyfî û li dijî hiqûqê hatiye asteng kirin û wiha got: "Bi awayekî keyfî çûna me hat asteng kir. Ji bo ku bûyerên din pêk neyên me xwest em biçin wir. Lê saet di 03.00'ê şevê de bi telefonê li saziyên civakî digerin  û dibêjin "Em destûr nadin hatina we ya Rihayê. Ji bo em biçin Riha em kom bûn, lê polisên midûreyêtê destûr nedan ku em derkevin dervê bajar. Diyar kirin ku ger hûn biçin em dê mudaxaleyî we bikin.   TU ALIYÊ VÊ YEKÊ YÊ HIQUQÎ TUNE    Ozmen, da zanîn ku mafê azadiya wan a seyasetê hatiye asteng kirin wiha got: "Fikarên me yên saziyên sivîl hene. Der barê ewlehiya hilbijartinê de em bi fikar in. Ji bo ewlehiya hilbjartinê û sindoqan em ketin nava hewldanan. Ev astengiyên li pêş me fikarên me yên ji bo ewlehiya sindoqan û hilbijartinê zêdetir dike. Em di warê ewlehiya sindoqan de bi fikar in. Ev pêkanîn li dijî hiqûq û demokrasiyê ye. Dewleta hikûqê van pêkanînan qebûl nake."    Serokê Odeya Bazirganî û Pişesaziyê (DTSO) Mehmet Kaya jî diyar kir ku piştî vê pêkanînê fikarên wan zêdetir bûn û wiha got: "Ev provakasyonên beriya hilbijartinê fikarên me zêdetir kirin.