Li Buyukada 2 HDP’î kêr kirin 2018-06-17 12:02:57   STENBOL - Kesên nasnameya wan ne diyar li Buyukada ya Stenbolê êrîşî kesên stanta HDP'ê vekiribûn kir û 2 endamên HDP'ê kêr kirin.    Li navçeya Buyukada ya Stenbolê kesên nasnameya wan nediyar êrîşî kesên standa HDP'ê vekiribûn kirin. Kesên ku êrîşî stantê kirin, amûrên li ser stantê belavkirin û hewl dan alên HDP'ê bişewitînin. Endamên HDP'ê Sedat Şahîn û Vedat Demir  ên ku li dijî êrîşan bertekên xwe anîn ziman rastî êrîşê hatin û hatin kêrkirin. Kesên êrîş kirin nasnameya wan nehat zanîn. Kesên şahid diyar kirin ku kesên êrişî HDP'îyan kirin li gravê najîn û ji derve hatine. 2 HDP'iyên birîndar birin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Kartalê