Li Îzmîrê 7 kes hatin girtin 2017-10-16 14:10:58 ÎZMÎR – Li Îzmîrê di nav de Hevseroka Rêxistina HDP’a Narlidere Fîlîz Dursun jî heye 7 kes piştî 12 rojan bi hinceta parvekirinên tora civakî hatin girtin.  Li Îzmîrê di 5’ê cotmehê de di serdegirtina malan de 16 kes hatibûn binçavkirin. Di nav ên binçavkirî de Hevseroka Rêxistina HDP’a Narlidere Fîlîz Dursun û rêveberê navçeyê Ahmet Arslan jî hene. 4 kes di piştî kar û barên binçavkirinê li Miduriyeta Polîsan hatin berdan. 7 kes jî derxistin Edliya Îzmîrê.    Piştî kar û barên dozgeriyê bi hinceta parvekirinên tora civakî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Hevseroka HDP’a Narlidere Fîlîz Dursun, Alî Ozer, Zihnî Demîr, Serkan Demîr, Metîn Acar, Basri Karaman û Ridvan Sonvur bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê kirine” û “Heqaret li Serokomar kirine” hatin girtin.    Li aliyê din kar û barên 5 kesên bi îdiaya “Endamê rêxistinê ne” li Miduriyeta Polîsan didome.