Hêzên çekdar li Efrînê zeviyan dişewitînin 2018-06-17 09:32:15   EFRÎN – Çavkaniyên herêmê diyar kirin ku hêzên çekdar ên di bin kontrola OSO û TSK'ê de li Efrînê talanî û diziya gel dikin, vê carê zeviyên gel dişewitînin.    Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku komên çekdar ên girêdayî OSO û TSK'ê talankirina malên Efrîniyan didomînin. OSO ku bi hevkariya TSK'ê ketin axa Efrînê li talanên milet dixin û malên gel didizin û wêran dikin. Dîsa welatiyan direvînin û îşkence li mirovan dikin. Welatiyên herêmê diyar kirin ku komên çakdar vê carê jî dest bi şewitandina zevî, bax û baxçeyên Efriniyan kirin. Li gor wêne û dîmenên berdest, kokomên çekdar ji saet 03.00'an heta kêliya niha zeviyên welatiyan ji gundê Basilê heta ber gundê Bênê yên girêdayê navçeya Şêrewa ya Efrînê dişewitînin. Di nava zeviya ku tê şewitandin de gelek darên hinarê, zeytûn, mêwên tiriyê û zeviyên ceh û genim jî hene.    Di dîmen û wêneyan de jî tê xuya kirin ku komên çekdar bi kêfxweşî û ji bo hemû derî bişewitînin emir li derdorê belav dike. Komên çekdar kesên ku dixwezin agir vemirînin guleyan bi ser wan ve direşinin. Di encamê vê êrîşê de jî gelek kuştî û birîndar hene.   MA / Erdogan Altan