Dayikên Aştiyê: HDP bi ser bikeve, dê Erdogan winda bike 2018-06-17 09:11:00 MÊRSÎN - Dayikên Aştiyê yên li Mêrsînê diyar kirin ku ji bo dawî li şer bê divê Serokomar Erdogan ji îktîdarê bê xistin û gotin: "Eger HDP bi ser bikeve, dê Erdogan winda bike." Dayikan destnîşan kir ku divê ji bo aştiyê herkes dengê xwe bide HDP'ê.  Dayikên Aştiyê yên li Mêrsînê, diyar kirin ku ew ê di hilbijartina 24'ê Hezîranê de dengê xwe bidin HDP'ê.    Dayika AŞtiyê Kesîre Çoban ku nêzî 46 sal berê koçî Mêrsînê kiriye, anî ziman ku ji ber polîtîkayên dewletê wan gelek zilm dîtiye. Çoban ku du zarokên wê di girtîgehê de ne û zaarokekî wê jî di dema qedexeya derketina kolanan a li Colemêrgê de jiyana xwe ji dest da, destnîşan kir ku divê li ser sindoqan bersiva Erdogan bê dayîn. Çoban got: "Tenê daxwazeke me ya dayikên aştiyê heye, ew jî aştî ye. Em naxwazin ne dayikên gerîlayan ne jî yên leşkeran bigirîn. Êdî gelê kurd hişyar bû. Êdî gelê kurd ne ker û lal û ne jî bê ziman e. Divê hemû kesên ku li dijî vî şerî ne û doza aştiyê dikin dengê xwe bidin HDP'ê. Di vê hilbijartinê de eger HDp bendavê derbas bike û Erdogan ji îktîdarê bikeve dê şer çênebe. Loma divê herkes dengê xwe bide HDP'ê. Eger HDP bendavê derbas bike dê aştî pêk bê."    ‘DIVÊ KURD BIBIN YEK'    Dayika AŞtiyê Xezîm Celp jî, 25 sal berê ji Bedlîsê koçî Mêrsînê kiriye. Di pevçûnekê de 2 zarokên Celpê mirine. Celp diyar kir ku divê gelê kurd di 24'ê Hezîranê de bersiveke baş bide û got: "Eger gelê kurd bibe yek, dê bi ser bikeve. Eger Erdogan biçe û HDP di hilbijartinê de bi ser bikeve dê kurd bi ser bikevin. Dê êdî mirov neyên girtin û dê girtîgeh bên valakirin, mirov nemirin û aştî pêk bê. Ev dewlet ji xwîna kurdan têr nabe. Nabêje zar in, jin hema dikuje. Tekane daxwazaa me aştî ye." Celp destnîşan kir ku divê gelê kurd dengê xwe bide HDP'ê.    'DIVÊ ERDOGAN BIÇE'    Dayika Aştiyê Salîha Umît jî, anî ziman ku di dema îktîdara Erdogan de gelek mirov mirin û got: "Zilma Erdogan zêde ye. Em dixwazin dawî li vê zilma li kurdan tê kirin bê. Em dixwazin ne dayikên leşkeran ne jî yên gerîlayan bigirîn, em aştiyê dixwazin. Bila êdî dayikên girtiyan neêş in. Ev hemû dema HDP bendê derbas bike û Selahattin Demirtaş derkeve dê pêk bên." Umît, bang li dayikên leşkeran jî kir û got: "Divê di vê hilbijartinê de HDP di bin bendê de nemîne. Eger Erdogan biçe em ê karibin zarokên xwe bibînnin û dê şer biqede. Eger HDP bi ser bikeve, dê Erdogan winda bike. Me qet deng enda AKP'ê, çimkî em nehatin xapandin. Eger em doza zarokên xwe dikin, nexwe divê Erdogan biçe."