Nivîskarê kurd Yanliç tehliye bû 2017-10-16 14:09:34 AMED - Nivîskarê kurd Hasîp Yanliç bi hinceta di perwerdeyên kurdî de Sirûda Ey Raqîb û çîrokên kurdî xwendiye hatibû girtin, di danaşîna yekemîn de tehliye bû. Nivîskarê kurd Hasîp Yanliç bi hinceta di xebatên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), di Akademiya Siyasetê ya Partiya Demokrasî û Aştiyê (BDP) hat girtin û Malên Piştgiriya Perwerdeyê (EDEV) de perwerdeyên kurdî dane, di 12'ê Tîrmeh3e de hatibû girtin. Yanliç ê endamê PEN'a Kurd û Komeleya Nivîskarên Kurd e jî bi îdiaya "Endamê rêxistinê ye" heta 15 salan cezayê girtîgehê ji bo wî dihat xwestin.   Doza li 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin de, Yanliç û parêzerên wî amade bûn. Di dozê de malbat, rêveberên PEN'a kurd û gelek kes beşdarî dozê bûn. Di rûniştina yekemîn de Yanliç serbest hat berdan.   'EZ Ê PERWERDEYA XWE DEWAM BIKIM'    Piştî danasîna nasnameyê û xwendina îdianameyê, Yanliç bi rêya wergervan parastina xwe kir û sûcên der barê xwe de qebûl nekir. Yanliç da zanîn ku ji ber ku ew bi wêje û zimanê kurdî re eleqedar e, li gelek deveran der barê zimanê kurdî de perwerdeyê dide, çîrokên kurdî jî dixwîne. Yanliç aşkera kir ku ew ne endamê KCD'ê ye û li Akademiya Siyasetê ya BDP'ê jî perwerde neda ye, tenê der barê zimanê kurdî de perwerde daye, heke bê tehliyekirin jî dê dîsa perwerdeyên xwe dewam bike.   Piştî parastinan, heyeta dadgehê navber da dozê û bi şertê kontrola edlî Yanliç serbest berda. Dadgehê xwest kêmasiyên dosyayê bên temankirin û doz taloqî meha Çileyê kir.