Li Agiriyê zarokek winda bû 2018-06-16 17:40:12   AGIRÎ -  Li Agiriyê zaroka 4 salî Leyla Aydemîr a ji bo cejnê bi malbata xwe re çû gund, winda bû. 2 rojin agahî ji Leyla nayê girtin.    Li Agiriyê, zaroka 4 salî Leyla Aydemîr a ji bo cejnê bi malbata xwe re çû gund, winda bû. Li gorî agahiyan, malbat Nîhat û Şukran Aydemîr, ji navend bajêr ji bo cejnê di 15’ê Hezîranê de çû gundê Bezîrgan û li gund keça wan Leyla Aydemîr winda bû.    Nîhat Aydemîr piştî serdana goristina gund, keça xwe danî ber mala bavê xwe û ket hûndirê malê. Aydemîr û xizmên wî piştî 15 deqe şûn de derket derve Leyla nedîtin.  Malbatê ligel lêgerîna kirin jî zaroka biçûk nedîtin û agahî dan cendirmeyan û Midûryeta AFAD’ê ya Bajêr.     CENDIRMEYAN Û EKÎBÊN AFADÊ DEST BI LÊGERÎNÊ KIRIN   Cendirme û ekîbên AFAD’ê yên hatin gund, li herêmê dest bi lêgerînê kirin. Bav Aydemîr, di daxuyaniya dabû rojnameyan de wiha gotibû: “Keça min li ber deriye mala bavê min ji nişkan ce winda bû. Kesên ku keça min bibînin û bizanibin li kuye, Xwedê ji wan razî be ku ji me re bêjin û agahî bidin me.”