Namzetê HDP’ê Kaplan ê binçav kirî, anîn Rihayê 2018-06-16 17:12:06   RIHA - Nanzetê parlamenteriya HDP’ê yê Rihayê Îsmaîl Kaplan ê piştî Wezîrê Karê hûndir Suleyman Soylu kir hedef hat binçavkirin, anîn Rihayê.    Li navçeya Pirsûsa Rihayê, gava parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz çû serdana dikandaran gef li esnaf Şenyaşar xwar, niqaş derket û parazvan û xizmên Yildiz bi çekan êrîş kirin. Di êrîşê de birayên hev Celal û Adil Şenyaşar û bavê wan Haci Esvet Şenyaşar hatibûn kuştin. Piştî definkirin a birayên hev Şenyaşar li Pirsûsê operayona binçavkirinê dest pê kir. Di operasyonê de namzetê parlamenteriya HDP’ê yê Rihayê Îsmaîl Kaplan ku Wezîrê Karê Hûndir  Suleyman Suylu kir hedef re 19 kes hatin binçavkirin. Ji 19 kesên hatin binçavkirin, navê 16 kesan diyar bûn û nanzetê parlamenteriya HDP’ê yê Rihayê Îsmaîl Kaplan anîn Rihayê.   Navê kesên hatin bimçavkirin wihane: “Namzetê HDP’ê yê Rihayê Îsmaîl Kaplan, Hevseroka HDP’a Pirsûsê Rojda Bînîcî, Mehmet Kaplan, Mehmet Polat, Halîl Mevlut Karataş û Salîh Şahîn ên birin Midûryeta Polîsan a Rihayê, Hevseroka Şaredariya Pirsûsê ya qeyûm tayînê cihê wê hat kirin Nazli Bînîcî, endamên Meclîsa Şaredariyê Fethî Yavuzel, Mehmet Turkmen, Muslum Canpolat, Asiye Kaplan, Mehmet Alî Gunduzalp, Salîh Olcay, Abdulkadîr Gunduzalp, Mahîr Aydenîz, Avnî Aydenîz û navê 3 kesên din ên nehatin zanîn jî, birin Midûryeta Polîsan a navçeyê.   4 KES HATIN BERDAN   Muslum Canpolat, Avnî Aydenîz, Nazlî Bînîcî û Asiye Kaplan piştî îfade dan dozger hatin berdan û lêpirsîna 15 kesên din jî berdewam dike.