ÎHD: Girtiyê nexweş Yildiz berdin 2018-06-16 15:55:15   STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya  Stenbolê di hefteya 325’an a "Rûniştina F" de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Ali Haydar Yilmaz û xwest Yilmaz bê berdan.    Komîsyona  Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş, çalakiya "Rûniştina F" di hefteya 325’an de li Qada Galatasarayê berdewam kirin. Di çalakiyê de pankartên "Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyandin" û "Tedawî maf e nayê asteng kirin" vekirin. Di çalakiyê de wêneyê girtiyên nexweş rakirin. Vê hefteyê bal kişandin ser tenduristiya Alî Haydar Yilmaz ê di 8'ê Tebaxa 2012’an de li Navçeya Pendikê ya Stenbolê hat binçavkirin û girtin. ÎHD'ê xwest Ali Haydar Yildiz ê bi birîndarî hat girtin serbest bê berdan.    Parazvanê mafên mirovan Sezanîs Horus, diyar kir ku Yildiz li Girtîgeha Tîpa R a Metrisê girtî ye û rewşa tenduristiya Ali Haydar Yıldız her ku diçe xerab dibe û xwest Yildiz serbest bê berdan.  Horus, anî ziman ku tişta li Ali Haydar Yildiz tê kirin îşkence ye û xwest bi lez bê berdan. Horus, da zanîn ku tu wîcdan vê yekê qebûl nakin.    Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.