Wekîlê CHP’ê Gok hat Pirsûsê: Bi lez raporên otopsiyê aşkere bikin 2018-06-16 15:39:30   ENQERE –  Parlamenterê CHP’ê yê Enqereyê Levent Gok, li ser daxwaza Serokê Giştî yê CHP'ê Kemel Kiliçdaroglu, hat Pirsûsê û dest bi lêkolînê kir. Gok, xwest bi lezgîn encama raporê aşkere bikin û got: "Divê van îdîayên wahîm ronî bikin û dewlet bê alî lêkolîn bike û ronî bike"      Li ser daxwaza Serokê Gişti yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu, Parlamenerê CHP'ê yê Enqereyê Levent Gok, bi armanca bûyera li Pirsûsê pêk hat lêkolîn bike hat Pirsûsê. Gok, piştî hat navçeyê daxuyanî da û wiha got: "Niqaşên bûyerê çend roj berê dest pê kiriye. Duh me bi Waliyê Riha, Wezîrê Çandiniyê û Sewalkariyê Eşref Fakıbaba, Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu re li herêmê bi welatiyan re hevdîtin kir. Beriya bûyerê niqaş hatine destpêkirin. Piştre hatine ber dikana wan û ev bûyer pêş ketiye. Ev bûyer rewşa Tirkiye nîşan dide. Encama niqaşek biçûk ger ku bê vê astê divê mirov li ser bifikire .   ‘GELEK KESÊN SIVÎL BI ÇEK IN'    Gok, da zanin ku zimanê siyasetê li ser vê bûyerê bi bandor e û wiha got: “Me dît ku li Pirsûsê gelek welatiyên sivîl bi çek digerin. Ew qas mirovên sivîl çawa dibe ku bi çek digerin. Divê ev çek bên lêpirsîn. Me dît ku di niqaşek biçûk de encamek çawa derdikevin. Divê dewlet bi lez erka xwe pêk bîne. Divê bi lezgîn raporê aşkere bikin. Divê van îdîayên wahîm ronî bikin û dewlet bê alî lêkolîn bike û ronî bike"