Dayîkên Şemiyê: Cejin ji bo me ne cejn e 2018-06-16 14:15:11   STENBOL - Dayîkên Şemiyê di roja duyemîn a Cejna Remezanê  de li Qada Galatasarayê kom bûn û gotin: “Hêrsa me weke roja destpêkê germe. Cejin ji bo me  ne  cejne.”   Dayîkên Şemiyê, ji bo aqûbeta xizmên xwe bipirsin û faîlên wan bên darizandin, di çalakiya 690’emîn de li Qada Galatasariyê kom bûn. Xizmên windayan, Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Huda Kaya, Serokê Partiya Gelan a Komarê (CHP) a Stenbolê Canan Kaftancîoglu û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn.    KARAKOÇ: NE MIROVAHÎ Û NE JÎ WIJDAN HEYE   Birayê, Ridvan Karakoç ê di 15’ê Sibata 1995’an dibin çavan de hat windakirin Hasan Karakoç dest pê kê axivî û wiha got: “23 salin em li Qada Galatasarayê tên gel hev. 23 salin em aqûbeta windayên xwe digerin. Lê heya niha tu pêşketin çênebûye. Bi salane ve vedibêjin, lê ne mirovahî û ne jî wijdan heye. Lê 40 sal jî derbas bibin emê têkoşîna xwe berdewam bikin.”   OCAK: EM JÎ DIXWAZIN CEJNA HEZKIRIYÊN XWE PÎROZ BIKIN   Piştî axiftina Karakoç, birayê Hasan Ocak ê di 21’ê Adara 1995’an dibin çavan de hat winda kirin Alî Ocak axivî û got: “Li aliyekê em ji bo windayên xwe li edaletê digerin û li aliyê din jî ji bo sûcên din ên mirovahiyê pêk neyên em i Qada Galatasarayê kom dibin. Lê desthilatdarî lîstîka sê meymûnan dilîze. Naxwaze dengê me bibihîse û me bibîne. Ligel vê yekê sûcên nû dike. Em jî mîna hemû kesê dixwazin cejna hezkiriyên xwe pîroz bikin. Cejin ji bo me ne cejne.”     TAŞKAYA: EV MENZERE BERHEMÊ ME YE!   Kurê Huseyîn Taşkaya yê di 6’ê Kanûna 1993’yan dibin çavan de hat windakirin Fehîm Taşkaya jî, bal kişand bêdengiya li hemberî wan û axivî: “Em jî weke hemû kesê dixwazin cejnê pîroz bikin. Lê li ser vê erdnîgariyê cejin pîroz kirin pir zore. Berî mirov winda dikirin, lê niha li ber çavên hemû kesê mirovan dikujin. Ez bang li dozgerên dewletê dikim ev menzere berhemê we ye. Bi salan we bêhiqûqiyên hatin jiyîn nedîtin. Vaye îro jî hûn wisan nêz dibin.”   'HÊRSA ME WEKE ROJA DEST PÊ KÊ GERME'   Yek ji mirovên Şemiyê Sebla Arcan daxuyaniya vê hefteyê xwend û wiha got: “Bi boneye Cejna remezanê em çalakiya xwe ya îro diyarî hemû malbatên windayan dikin.” Piştî axaftinên hatin  kirin, çalakî bi dawî bû.