Dikandarên Pirsûsê bi bertekin: Madem PKK’î bûn wê demê çima deng ji wan xwestin? 2018-06-16 13:38:00   RIHA - Dikandarên Pirsûsê yên bav û birayên Şenyaşar ên di êrîşa bi çek a xizmên namzetê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz de jiyana xwe ji dest dan dinasin, pirsa “Madem PKK’î bûn wê demê çima deng ji wan xwestin?” kirin.    Dikandarên navçeya Pirsûsê jî, bertek nîşanî kuştina bav Esvet Şenyaşar û du birayên hev Celal û Adil Şenyaşar ên ji aliyê xizmên namzetê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve pêk hat, dan. Dikandar Selamî Altay ê malbata Şenyaşar dinase, diyar kir ku li vê derê deng dayîna HDP’ê bi mirinê bi dawî dibe.    'DEREWE'   Altay, anî ziman ku Esvet Şenyaşar 25 salbûn, li Pirsûsê dikandar bû ûwiha axivî: “Me wî wisan nas dikir. Malbat HDP’î bûn. Dikaneke Şenyaşar li sûkê hebû.” Altay bertek nîşanî dikandar weke PKK’î lanse kirin, da û wiha bilêv kir: “Madem ew PKK’î bûn, wê demê çima AKP’î diçin dengan ji PKK’iyan dixwazin? Çi karê PKK’ê di  vê sûkê de heye? Gotin û daxuyaniyên wiha derewin.”   'EV ZILME'   Altay, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Birayekê Şenyaşar 30 salan polîstî kir û piştî 30 salan bû emekdar. Wî jî dengê xwe dida HDP’ê. Kurên bavê Esvet kuştin. Ji bo li zarokên xwe mêze bike diçe nexweşxanê. Wî jî li wir digirin, lînç dikin û înfaz dikin. Ev zilme, ne tiştek dine. Malbat HDP’î bûn, lê ev nayê wê wateyê ‘terorîstin.’ Bav Şenyaşar li Pirsûsê mirov li hev di anîn û pirsgirêkên dinavbera mirovan de çareser dikir. Şenyaşar demekê hatin binçavkirin, lê ji ber ku tu sûcekê wî tune bû hatibû berdan.”