3 xwendekarên mitînga AKP’ê şermezar kirin, hatin binçavkirin 2018-06-16 11:46:45   STENBOL - 3 xwendekarên zanîngehê yên mitînga AKP’ê ku Wezîrê Karê Hûndir Soylu beşdar bû şermezar kirin, hatin binçavkirin.    Di 14’ê Hezîranê de mitînga AKP’ê ya Kocamustafapaşa ya Stenbolê pêk hat. 3 xwendkarên zanîngehê yên mitînga AKP’ê ya Kocamustafapaşa ya Stenbolê ku Wezîrê Karê Hûndir Suleyman Soylu beşdar bû, şermezar kirin, hatin binçavkirin.  Polîsan derengiya şevê bi ser mala xwendekaran de girtin û 3 xwendekar binçav kirin.    Polîsan xwendekar birin Midûryeta Polîsan a Bajêr û hat diyar kirin ku di destê polîsan de lîsteyek dirêj a binçavkirinan heye.