Li Sîlopî qeze: 2 kes mirin û 2 kes birîndar bûn 2018-06-16 11:35:36   ŞIRNEX - Li Sîlopî, wesayîta malbata xwest ji nexweşxanê cenazeyê xizmê xwe yê di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest dayî bigire, qeza kir. Di qezayê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn.    Li bajaroka Tilqebîn a navçeya  Sîlopî ya Şirnexê, şevê din bavê Hevşaredarê Tilqebîn Lezgîn Aytiş Mehmet Aytiş ê 80 salî krîza dil derbas kir û li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da. Piştî Aytiş jiyana xwe ji dest da, xizmîn wî yên çûn nexweşxanê qeza kirin. Îsa Aytiş û Halîl Aytiş ên di qezayê de jiyana xwe ji dest dan û 2 kesên navên wan nehatin zanîn birîndar bûn.     Hat  diyar kirin ku birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê û rewşa yek ji wan girane.