QSD dê bi kijan hêzan re operasyona Efrîn, Cerablûs û Ezazê pêk bîne? 2018-06-16 10:41:30   EFRÎN – Çavkaniyên herêmê diyar kirin ku QSD, piştî dawîkirina Hemleya ‘Bagêra Cizîrê’ ya Dêra Zorê, wê dest bi operasyonek berfireh a herema bakurê Sûriyê bike. Çavkaniyan destnîşankirin ku hêzên QSD ya di pêşengtiya YPG/YPJ’de piştî gelek hevdîtin bi hêzên navneteweyî û heremî re pêk anî, amadekariya operasyonek berfireh a rizgarkirina Efrîn, Cerablûs û Ezazê dike. Dema operasyonê ku nehatiye diyarkirin tê payin ku di demek kurt de dest pê bike.    Piştî TSK'ê û OSO li dijî Efrînê di 20'ê Çile de operasyona leşkerî pêk anîn û 2 meh şûnde bi bombebaranê Efrîn vala kir, têkilî û hevsengiya siyasî, leşkerî û dîplomasiyê ya hêzên navneteweyî û heremî di ser Sûriyê de gelek nîqaş derketin holê. Du aliyên dijber ku aliyek serkêşiya wê Amerîka û ya din jî Rûsya dikir, di encamê de bi destê Tirkiyê li ser ketina Efrînê li hev kirin. Niha jî di navbêra Rûsya-Tirkiye, DYA-Tirkiye û ji ber kiryarên komên çekdar ên di heremê de nakokiyên mezin derdikevin. Li aliyekî Tirkiye, beriya hilbijartinê ketina Minbicê dixe rojevê. Li aliyê din jî hêzên koalisyona navneteweyî û Iraq, di aliyek de jî Îran û Rejîm, ketine nava lêgerînekî dikarin alîkariyek çewa bidin hêzên QSD’ê ya ku di amadekariya operasyonek berfireh a li ser Efrîn, Cerablûs, Ezaz de ne.    DÊ OPERASYON PIŞTÎ DÊRA ZORÊ DEST PÊ BIKE?   Hêzên QSD’ê ku di çerçoveya qonaxa dawî ya Pêngava ‘Bagera Cizîrê’ de ji bo komên çekdar ên DAIŞ’ê bi temamî Dêra Zorê derxin, dabû destpêkirin, bi piştgiriya heyawî ya hêza Artêşa Iraqê û koalisyona navneteweyî rojane gund bi gund ji DAIŞ’ê rizgar dike.    Li aliyê din jî şervanên YPG/YPJ’ê ku Berxwedana Serdemê ya Efrînê de ketiye qonaxa duyemîn, duh jî bi daxuyaniya QSD’ê aşkere kirin ku hêzên wan di demên dawî de derbeyên mezin li komên DAIŞ û OSO yên revandin, talan, dizî, îşkence, zilm û zordariya li ser gelê Efrînê dimeşînin, dane. Di çerçoveya vê daxuyaniyê de, nîqaşa ‘gelo QSD amadekariya operasyonek berfireh a li ser Efrîn, Cerablûs û Ezazê dike’ pêş xist. Çavkaniyekî ku  di nav QSD’ê de ji me re ragihand, îhtîmala operasyonek berfireh piştrast kir û diyar kir ku jixwe hêzên wan di Efrînê de çalakiyên li ser komên çete yên girêdayên dewleta tirk didomînin û anî ziman ku ji bo operasyona xwe berfirehtir bikin hevdîtinên wan ên bi hêzên cur bi cur re berdewam dikin. Çavkaniya QSD’ê destnîşan kir ku hevdîtinên wan ber bi encamê ve diçe û operasyonek berfireh ku îhtîmal heye Bab jî bixwe navê di demek kurt de pêk were.    BEŞAR ESAD DAXUYANÎ DABÛ   Çend roj berê Serokê Rejîma Sûriyê Beşar Esad, di hevpeyvîneke xwe ya di qenaleke televizyonê de ji bo rûniştina bi rêveberiya bakurê Sûriyê re bersîvên erênî dabû û diyar kiribû ku ew ji bo çareserkirina pirsgirêka Sûriyê dikarin bi hêzên kurd û pêkhateyên bakurê Sûriyê re nîqaş bikin. Ji aliyê rêveberiya bakurê Sûriyê jî bersivek erênî dabû. Li aliyê din jî tê zanîn ku piştî dagirkirina Efrînê ya ji aliyê OSO ve, hêzên çekdar DAIŞ’ê jî vê yekî wek firsend dîtibûn û tevgera xwe ya di herêma Dêra Zor a li ser Şamê û herêma Cizîrê zêde kiribû. Li ser vê esasî li ser pêşniyarên hevpar a koalisyona navneteweyî, Artêşa Iraqê û QSD’ê hemleya ‘Bagera Cizîrê’ ku ji ber êrîşa li ser Efrînê nîvî de mabû, careke din hatibû destpêkirin.   MA / Erdogan Altan