Talabanî: Ji bo pêvajoya aştiyê hewcehî bi muzakereyan heye 2025-02-23 16:43:06   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Giştî yê YNK’ê Bafil Talabanî diyar kir ku ew piştgiriyê didin pêvajoya bi pêşengtiya Abdullah Ocalan tê meşandin û got ku ji bo pêvajoya aştiyê pêdivî bi diyalog û muzakereyan heye.    Îro Serokê Yekitiya Niştimanî Kurdistan (YNK) Bafil Celal Talabanî di Konferansa Diyaloga Navdewletî ya li Bexdayê de axivî û îşaret bi pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd ku bi pêşengtiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin kir. Talabanî,  got: “Ji bo pêvajoya aştiyê pêwîstî bi diyalog û danûstandinan heye. Em wek YNK piştgiriya aştiyê dikîn û piştgiriya pêvajoya heyî dikîn.”   Di berdewama axaftina xwe de Talabanî bang li welatên cîhanê kir ku ji bo serxistina pêvajoyê piştgiriyê bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li ku derê pêwîstiya me bi alîkariyê hebe, alîkarî bikin. Ev 40 sal in Kurd li gel hikûmeta Tirkiyeyê şer dikin. Tu Kurdek nîne ku Kurdek nenase ku bi destê Tirkiye nehatibe kuştin.”   Bi domdarî Talabanî bal kişand ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ev tişt anî ziman: “Kurd li Sûriyeyê ne aram in. General Mazlum di bin zextan de ye ji ber ku DAIŞ bi dawî nebûye û berovajî vê zêde dibe. Li gor amarên li ber dest hene, êrişên li dijî DAIŞ’ê zêde dibin. Daxwazê ji welatên serdest dikin ku rewşa Iraq û Sûriyeyê carek din di berçavan re derbas bikin. Ji ber ku metirsiya DAIŞ’ê her ku diçe zêdetir dibe. Divê mafên Kurdan, Durzî û Elewiyan li Sûriyeyê bên parastin. Pêwîste destûreke nû bi amadebûna hemû netew û baweriyan ji bo Sûriyeyê bê nivîsandin. Nabe Kurdên ku DAIŞ têk birin, werin jibîrkirin yan jî paşguhkirin.”