Dayik û bav dest ji hev berdan 4 zarok li holê man 2018-06-16 09:14:07   AMED - Li Amedê dayik û bavê 4 zarokên 8-16 salî Fatma H. û Ecevit Ç piştî hev berdan zarokên xwe teslîmî saziya lênerîna zarokan kirin. Têkildarî mijarê li bav û dayikê heta salekê doz li wan hat vekirin.    Li Amedê hevser Ecevit Ç. (39) û Fatma H. (37) di 2014'an de ji ber li hev nekirin dest ji wan berdan. Piştî hev berdan 4 zarokên wan ên di navbera 8 û 16 salî de D.Ç. (8),  A.Ç. (9), H.Ç. (13), M.N. Ç. (16) li holê man. Dayik û bavên ku dest ji hev berdan kesî zarok hilnegirtin ser xwe û zarok teslîmî saziya perwerdehiyê û xwedîkirinê SHÇEK’ê kirin. Li ser gilî der barê dayik û bav de doz hat vekirin. Li ser bûyerê Serdozgerê Komarê yê Amedê der barê dayik û bav Ecevit Ç. û Fatma H de doz vekir û heta salekê ceza dixwaze. Îdîaname ji aliyê 9'emîn Dadgeha Cezayê Asliye ve hat qebûlkirin.    MA / Deniz Tekin