ESHÎD'ê ji bo sindopên seyar serlêdan kir, lê YSK'ê bersîva muşahîdan da 2018-06-16 09:12:04     STENBOL - Komeleya Şopandina Ji Bo Mafên Wekhev (ESHÎD), der barê sindoqên seyyar de serî li YSK'ê da. Lê YSK'ê li şûna dêkildarî sindoqên seyar bersîv bide, der barê kesên muşahîd de bersîv da ESHÎD'ê. Derket holê ku beyî binere belgeyên berê kopî kiriye û şandiye.    Lijneya Hilbijartina Bilind (YSK), di 1'ê Gulana 2018’an de li gorî hêjmara 347'an ji bo hilbijêrên nexweş û astengdar ên girêdayi doşekê ne, biryar da ku qeyda xwe li lijneya sindoqan binivisin. YSK ku tenê ji bo bajar û navçeyan biryarek wisa stend, hilbijêrên li bajarok û gundan li dervê qeydê hişt. Li ser vê biryarê Komeleya Şopandina Ji Bo Mafên Wekhev (ESHÎD), di 8'ê Gulana 2018'an de serî li YSK'ê da û xwest sînorê biryara YSK'ê bê fireh kirin û biryara heyî îtîraz kir. Lê YSK li şûna bersîva sindoqên seyar bide ESHÎD'ê, di 15'ê Gulanê de daxwaza ESHÎD'ê red kir. YSK'ê di bersîva redkirinê de sedem biryara hêjmar 347 nişan da. ESHÎD'ê destnîşan kir ku biryara hêjmar 347 li dijî qanûnan e û xwest rewşê ji nûve li ber çavan derbas bikin. Vê carê YSK'ê di bersîva duyemîn de li şûna der barê sindoqên seyar de teblîgê bişîne, der barê muşahîdan de telbîga red kirinê şand û daxwaz red kir.    BIRYARA 2017'AN KOMÎ KIR Û ŞAND   YSK'ê biryara referanduma 16'ê Nîsana 2017'an kopî kir û ji ESHÎD'ê re şand. Koordînatorê ESHÎD'ê Nejat Taştan, bal kişand ser helwest û nêzîkatiya YSK’ê û diyar kir ku bi vê biryarê ewlebûn û cîddîyeta YSK'ê derdikeve holê. Taştan, da zanîn ku di pêkanînê de ewlebûnê ji civakê dixwazin û wiha got: "YSK ji civakê dixwaze ku em bi wê bawer bibin. Lê heqiqet li vir derdikeve holê. Li vir xuya dibe ku çiqas adîl û serbixwe biryar didin ya na.    Taştan, da zanîn ku xuya dibe ku YSK li naverokê nade û bersîv dide û her tiştî ji ser serê xwe davêje û tu ewlehiya wê tune ye.    MA / Sadiye Eser