HDP'î ji bo guhertinê dê biherikin Bakirkoyê 2018-06-16 09:08:32   STENBOL – HDP dê sibê li Qada Bazara Gel a Bakirkoyê mîtîngê pêk bînin. Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Esengul Demîr, diyar kir ku gelê Stenbolê pêwiste ji bo guhertineke nû bibin lehî û berê xwe bidin Qada Mîtînga Bazara Gel.    Xebatên HDP'ê yên di çarçoveya hilbijartina 24'ê Hezîranê berdewam dikin. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gel (HDP) dê roja 17'ê Hezîranê saet di 17.00'an de li Qada Bazara Gel a Bakirkoyê mîtînga mezin pêk bîne. HDP dê bi dirûşmeya "Ji bo jiyana bê şer û mêtîngerî em digêjin hev" mîtîngê pêk bîne. HDP bi rojan e xebatên mîtîngê dimeşîne û armanc dike ku herî kêm 500 hezar kes beşdar bibin. Têkildarî xebatên mîtîngê Hevseroka HDP'ê ya Stenblolê Esengul Demîr, diyar kir ku dê hemû rengên Stenbolê xwe li qada mîtîngê bidin nîşan û wiha got: "Ev mîtîng, dê bibe mîtînga mezin ku hemû reng û sînerjiya hêzên demokrasiyê yên Tirkiye xwe lê nîşan dide. Di vê mîtîngê de dê hemû rengên bawerî, çand, nasname û rêxistinên demokratîk û civakî xwe nîşan bide. Dê hemû tifaq rengê xwe li vir bidin xuyakirin. Em ji bo vê mîtîngê her roj û şev dixebitin. Heta derengê şevê kolan bi kolan, mal bi mal digerin û banga mîtîngê dikin. Em dê coşa 24'ê di vê mîtîngê de bijin. Gelê Stenbolê dê rengê hilbijartina 24'ê Hezîranê di vê mîtîngê de diyar bike."    'DÊ BIBE MÎTÎNGA MUXALEFETÊ'    Demîr, destnîşan kir ku dê di heman rojê de mîtînga AKP'ê jî li Yenikapi pêk bê û wiha berdewam kir: "Erdogan armanc dike ku li Stenbolê bejn û bala xwe nişan bide. Lê mîtînga HDP'ê hemû kesên ên din hembêz dike. Hemû kesên li dervê sinorê îtîfaqên Millet û Cumhurê dimîne dê biherikin vê qada Bazara Gel. Karmendên û karkerên bi KHK'ê hatin îxrackirin, xwendekar, karker, akademisyen, jin, ciwan, betal 3u hemû beşên civakê dê biherikin qada Bakirkoyê û li dijî polîtîkayên AKP'ê yên 16 salan bêjin bes e. Dê deng û hawara xwe li dijî îktîdarê bînin ziman û bêjin êdî bes e. Hemû kesên bûne mexdûrê pergalê dê li vir ji bo guhertina Tirkiye kom bibin."    'DEMÎRTAŞ DÊ XÎTABÎ SED HEZARAN BIKE'   Demîr, destnişan kir ku Namzetê Serokomariyê yê HDP'ê Selahattin Demirtaş dê di mîtîngê de xitabî Sed hezaran bike û wiha bi dawî kir: "Em dê heman rojê di mîtîngê de axaftina Birêz Demîrtaş a di TRT'ê de li qada mîtîngê zindî bidin. Selahattin Demirtaş dê li qadê xibatî sed hezaran kesên li qadê bike.    'EM LI BAKIRKOYÊ BIBIN YEK'    Demîr, herî dawî bang li hemû gelê Stenbolê kir ku tev li mîtînga 17'ê Hezîranê li Qada Bazara Gel a Bakirkoyê bibin û wiha got: "Roja mîtîngê dê bibe roja cejnê. Em wê rojê bi coşa cejnê tev li mîtîngê bibin. Divê ji her kolan, tax û navçeyên Stenbolê mirov berê xwe bidin qada mîtîngê. Ji ber ku hilbijartina 24'ê Hezîranê rojek dîrokî ye. Divê em li qada mîtîngê rengê Tirkiye diyar bikin. Divê her kes wê rojê dev ji kar û barê xwe berdin û tev li mîtîngê bibin.    MA / Yasin Kobulan