Karê îfadedayinê yê binçavkiriyên HDK’î ya li dozgeriyê temam bû 2025-02-21 16:27:27   SETNBOL - Îfadeyên 51 kesên di çarçoveya lêpirsîna HDK’ê de hatine binçavkirin ên li dozgeriyê temam bûn.    Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê der heqê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) de lêpirsîn dabû destpêkirin û di 18’ê Sibatê di çarçoveya lêpirsînê de li 10 bajaran bi ser malan de hatibû girtin. Rojnameger, hunermend, siyasetmedar û sendîkavan jî di nav de 51 kes di serdegirtinên malan de bi îdiaya “endamtiya rêistinê” hatibûn binçavkirin.   Karûbarên îfadegirtinê yên binçavkiriyan ên li Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê bi dawî bûn. Her 51 binçavkirî ji bo îfadeya li dozgeriyê sewqî Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hatin kirin. Hat zanîn ku karûbarê îfadegirtinê ya li dozgeriyê bi dawî bû.