ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2018'AN 2018-06-16 09:00:40   * HDP dê sibê li Qada Bazara Gel a Bakirkoyê mîtîngê pêk bînin. Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Esengul Demîr, xwest ku gelê Stenbolê pêwiste ji bo guhertineke nû bibin lehî û berê xwe bidin Qada Mîtînga Bazara Gel.    * Li Mêrsînê gelek jin ji bo debara xwe bikin ji sibê heta nîvro karê Serayan dikin. Piştî nîvro jî nanê tenûrê dipêjin û debara xwe dikin. Yek ji van jinên bi xwe karê xwe ava kirin û debara xwe dikin Dayika 79 salî Fatma Yangin e. Yangin, li dijî betaliyê bi xwe karê xwe ava kir.    * Emîne Çagirga ku keça wê ya 10 salî Cemile di qedexeya derketina kolanan a Cizîrê de jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wê di sarincê de veşartibû, bang li her kesî kir û xwest ku di 24'ê Hezîranê de dema çûn ser sindoqan destê xwe dînin ser wîcdanê xwe û denê xwe bavejin sindoqan. Çagirga, ji her kesî xwest ku êdî dawî li vê zilmê bînin.    * Li Amedê dayik û bavê 4 zarokên 8-16 salî Fatma H. û Ecevit Ç piştî hev berdan zarokên xwe teslîmî saziya lênerîna zarokan kirin. Têkildarî mijarê li bav û dayikê heta salekê doz li wan hat vekirin.    *  Nivîskarê Rojnameya e-rojname Aldar Xelîl, di nivîsa vê hefteyê de bal kişand ser polîtîkayên Tirkiye yên li dijî Sûriye û ketine Sûriye. Xelîl, anî ziman ku polîtîkaya dewleta tirk li Sûriyeyê demkî nîn e. Xelîl da zanîn ku Tirkiye li dijî çirûska kelecana gel ketiye nava tevgerê. Xelîl da zanîn ku Tirkiye dixwaze li Iraqê jî hebûna xwe mayinde bike û xwest gelê başur destûr nedin vê yekê li gorî ruhê yekîtiya neteweyî tev bigerin.   * Dadgerê berê yê DMME'ê Riza Turmen, êrîşên li dijî HDP'ê nirxand û wekî "hovîtî" pênase kir. Turmen, destnîşan kir ku HDP ji ber heviya demokrasî û aştiyê ye rastî êrîşan tê û wiha got: "Lê piştî 24'ê Hezîranê ev hemû dê bên guhertin. Ez bawer dikim ku Demîrtaş jî dê bê berdan."     * Komeleya Şopandina Ji Bo Mafên Wekhev (ESHÎD), der barê sindoqên seyyar de serî li YSK'ê da. Lê YSK'ê li şûna dêkildarî sindoqên seyar bersîv bide, der barê kesên muşahîd de bersîv da ESHÎD'ê. Derket holê ku beyî binere belgeyên berê kopî kiriye û şandiye.    * Endama Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî Nuray Çevirmen, diyar kir ku ji bo girtiyên nexweş 200 hefte ye çalakiyê pêk tînin û wiha got: “Girtiyên nexweş terkî mirina demî kirine. Mirina wan li demek dirêj hatiye belavkirin."    * Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, der barê operasyona dersînor a li dijî Qandîle tê li darxistin bertek nişan da û wiha got: "Ev operasyon li dijî hiqûqa navdewletî û dewletî ye. Li dijî Qanuna bingehin e. Pirsgireka kurd tenê bi riya aştî û demokratîk dikare bê çareserkirin."   * Rêxistinên HDP'ê dê li gelek bajaran cejna gel li avahiyên xwe pîroz bike. (12:00)   * Dayikên Şemiyê di hefteya 690'an de dê li qada Galatasarayê çalakiya xwe ya ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin berdewam bikin. (12.00)   * Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan dê li Colemêrgê tev li mîtîngê bibe. (13.30)   * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş dê li Qada Galatasarayê di hefteya 325'an de çalakiya Rûniştina F berdewam bike. (13.30)   * Xizmên windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Amedê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin dê çalakiya xwe şaxa ÎHD'ê berdewam bikin.