Ajokarên otobusan şaredarî şermezar kir 2017-10-16 13:30:34 WAN – Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Kolana Cumhuriyetê li çûn û hatina otobusên gel re girt. Ajokarên otobusan jî bertek nîşanê vê yekê dan û biryar şermezar kirin. Navenda Kordînasyona Veguhestina Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê (UKOME) biryar da û Kolana Cumhuriyetê li çûn û hatina otobusên gel re bê girtin. Biryara girtina kolanê bû sedemê nerazîbûnê. Ajokarên otobusên gel bi boneya biryarê şermezar bikin kontaxên xwe girtin û xwestin şaredarî biryara xwe paşve bikişîne.    Gelek ajokar li Xaçeriya Mîllî Egemenlîkê kontaxên otobusan girtin û xwestin ber bi Kolana Cumhuriyetê ve bimeşin lê polîsan destûr neda. Li ser destûr nedana polîsan ajokar li otobusên xwe siwar bûn li kornayan dan û Xaçeriya Bêşyolê demek kin li trafîkê girtin.    Piştî çalakiyek dem kurt rê li çûn û hatinê hat vekirin.