Bav Şenyaşar ê AKP'îyan bi giranî birîndar kir jiyana xwe ji dest da 2018-06-15 18:51:23   DÎLOK - Esnaf Haci Esvet Şenyaşar ê zilamên Wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz duh li Pirsûsê bi çekan êrîşî wî û kurê wî kirin û 2 kurên wî kuştin û ew bi giranî birîndar kirin li Nexweşxaneya Dilokê jiyana xwe ji dest da.    Esnaf Haci Esvet Şenyaşar ê zilamên Wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz duh li Pirsûsê bi çekan êrîşî wî û kurê wî kirin û 2 kurên wî kuştin û ew bi giranî birîndar kirin jiyana xwe ji dest da. 2 kurê wî yên duh jiyana xwe ji dest dan jî îro li Pirsûsê bi girseyî hatin defin kirin. Duh zilamên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz, li navçeya Pirsûsê bi keleşan êrîşî esnaf Celal û Adîl Şenyaşar û bavê wan Hacî Esvet Şenşayar kiribûn. Di bûyerê de Celal û Adîl Şenyaşar jiyana xwe ji dest dabûn û Hecî Esvet Şenyaşar jî li nexweşxaneyê rastî êrîşa lîncê hatibû û bi giranî birîndar bûbû. Dema bav Esvet rakiribûn nexweşxaneyê zilamên wekîlê AKP'ê İbrahim Halil Yıldız li nexweşxaneyê ew lînç kiribûn û li gule berdabûn serê wî. Bav Hacı Esvet Şenyaşar tevî hemû mudaxaleyan jiyana xwe ji dest da.    Şenyaşar piştî jiyana xwe ji dest da cenazeyê wî ji bo rapora otopsiyê şandin Saziya Tipa Edlî.    Parlamentere HDP'ê yê Dîlokê Mahmut Togrul, diyar kir ku ji bo otopsiya Hacı Esvet Şenyaşar parêzer şandin şandin nexweşxaneyê. Togrul, anî ziman ku otomsiya Celal û Adil Şenyaşar beyî malbat û parêzeran hatiye kirin. Togrul, da zanîn ku 3 birîndarên din jî li Nexweşxaneya Dilokê tên dermankirin. Togrul, da zanin ku li bendê ye ku cenazeyê Hacı Esvet Şenyaşar bibin li Pirsûsê defin bikin.