HDP’ê ji bo mitînga Bursa banga tevlîbûnê kir 2018-06-15 16:39:24   BURSA -  Hevserokê HDP’a Bursayê Yuksel Akgun ji bo mitînga partiyê banga tevlîbûn li gel û got: “Em bawer dikin ku gelê me yê Bursayê dê beşdarî mitîngê bigin û xwedî vîna xwe derbikevin.”   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), dê di 17’ê Hêzîranê saet 17.00’an de li Parka Merînosê mitîngê pêk bîne. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî û parlamentere HDP’ê Sirri Sureyya Onder beşdarî mitîngê bibin. Ji hûnermendan Yasemîn Goksu û Azad Bedran dê derkevin ser dikê.   BANG LI GELÊ BURSAYÊ KIR   Hevseroka HDP’ê ya Bursayê Yuksel Akgun, gelê Bursayê vexwend mitîngê û got: “Ligel hemû astengî û provokasyonan xebat û coşa me berdewam dike. Misqalî zerre baweriya me ya qezenc kirinê kêm nebûye. Em hêvî dikin ku gelê me yê Bursayê dê pir zêde beşdarî mitîngê bibin û xwedî vîna xwe derbikevin.”