Namzetên HDP’ê cejna gel pîroz kirin 2018-06-15 16:21:43   EDENE/MÊRSÎN - Namzetên HDP’ê yên Edenê û Mêrsînê, bi gel re hatin cemhev û cejna Remezanê pîroz kirin. Namzetên HDP’ê, gotin ku ew hevîdarin cejna Remezanê bibe wesîleya aştî û yekitiyê.    Namzetên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Mêrsîn û Edeneyê cejna gel pîroz kirin. HDP’î li avahiyên navçeyên Akdenîz, Toroslar, Yenîşehîr, Tarsus, Erdemlî û Sîlîfkê yên Mêrsîne bi gel re hatin cem heve û cejna Remezanê pîroz kirin. HDP’iyan di pîrozbahiyê de, hêvî kirin ku Cejna Remezanê bibe wesîleya aştî û yekitiya li Tirkiye û Rojhilata Navîn.   Namzetên HDP’ê yên Edeneyê, li avahiyên HDP’ê yên navçeyên Yuregir û Ceyhanê jî bi gel re kom bûn û  cejna hev pîroz kirin. Namzet dûre, li buroyên hilbijartinê geriyan û cejna gel pîroz kirin. Namzetên rastî eleqeyek mezin a gel hatin, hêviya aştî û yekitiyê kirin.