Soylu tev li cenazeyê Yildiz bû: Dibe bûyerên wisa biçûk çê bibin 2018-06-15 15:35:40   RIHA - Cenazeyê Mehmet Şah Yildiz ê li Navçeya Pirsûsê di êrîşa çekdarî ya zilamên Namzetê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de jiyana xwe ji dest da hat defin kirin. Wezîrê karên hundir Suleyman Soylu, jî tev li cenaze bû. Wezîr Soylu ji bo bûyear ku 4 kesan jiyana xwe ji dest da û 8 kes birîn dar bûn got: “Ev pirsêrêk biçûk pêk bên normal e."    Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê xizmên namzetê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz êrîşî ser esnafan kirin. Di bûyerê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 8 kes birîndar bûn. Di êrîşa AKP’yan a bi çek de esnaf  Esvet Şenyaşar birîndar bûn û kurê wî xwe Celal û Adil Şenyaşar jiyana xwe ji dest dan û cenazê wan ji Morga Dilokê şandin Pirsûsê. Di bûyerê de xizmê Namzet Îbrahîm Halil Yildiz Mehmet Şah Yildiz ê jiyana xwe ji dest da jî defin kirin. Xizmên Yildiz cenazeyê Yildiz ji Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê wergirtin û li mizgefta taxa Cumhuriyetê şuştin. Cîgirê Miftiyê Navçeya Pirsûsê Huseyin Ortaç amadebû. Piştre cenazeyê Yildiz birin taxa Yogurtçu û li vir defin kirin. Di merasima cenaze de Cîgirê serokwezîr Mehmet Şimşek, Wezirê Zexîre, Çandinî û Sewalkariyê Ahmet Eşref Fakıbaba û Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu û wekilên AKP'ê amade bûn.    SOYLU: EV BÛYERÊN BIÇÛK IN   Di merasimê de Wezîr Suleyman Soylu destînaş kir ku xebatên hilbijartinê di nava aramiyê derbas dibin û wiha got: "Zexta PKK'ê ya ji ser hilbijartinê rabkûye. Lê hêj tahrîkên demên borî bandora xwe nîşan didin. Xebaten hilbijartinê yên li herêmê bi aram derbas dibin. Dibe ku pirsgirêkên wisa biçûk li her derê bibin. Ev bûyerek biçûk e. Ev bûyerên wisa dibe ku li Rojava jî û li Rojhilatê Tirikye jî bibin. Kes nikare bi devê PKK'ê siyasetê bike. Em destûr nadin. Ew serdem qediya."