Cenazeyê birayên Şenyaşar ji Dilokê şandin Pirsûsê 2018-06-15 14:58:29 DÎLOK - Cenazeyên dikandarên birayên hev Celal û Adîl Şenyaşar ên li Pirsûsê hatin kuştin, piştî otopsiya wan a li Dîlokê temam bû, ji Dîlokê şandin Pirsûsê.    Cenazeyê dikandarên birayên hev Celal û Adîl Şenyaşar ên li Pirsûsê rastî êrîşa çekdarî ya xizmên namzetên parlamenteriya AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz hatin û jiyana xwe ji dest dan, piştî otopsiyê ji Morga Goristina Asrî ya Dîlokê hatin girtin.  HDP’î û xizmên Şenyaşar cenazeyê du birayên hev Şenyaşar danîn ser milên xwe bi dirûşmeya  “Şehît namirin” li wesayîtê siwar kirin û ber bi Pirsûsê ve ketin rê. Konvoya ji dehan wesayît pêk dihat, ketin dû wesayîta cenazeyê. Hat diyar  kirin ku cenaze dê li goristina navçeya Pirsûsê bên definkirin.    Şandeya HDP’ê ya li navçeyê jî, dê beşdarî merasîma cenazeyê bibe.