Berdevkê YNK'ê Pîre: Hêj ji bo diyalogê ne dereng e 2017-10-16 12:17:24 HEWLER - Berdevkê Polîtburoya Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) Sedî Ehmed Pîre diyar kir ku planeke sê alî ya Tirkiye, Îran û Iraqê li dijî Herêma Kurdistanê heye û got, "Niha jî ji bo diyalogê ne dereng e."    Berdevkê Polîtburoya Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) Sedî Ehmed Pîre, li Ofîsa Giştî ya Polîtburoya YNK'ê ya Hewlêrê daxuyanî da. Berdevkê Polîtburoya Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) Sedî Ehmed Pîre diyar kir ku planeke sê alî ya Tirkiye, Îran û Iraqê li dijî Herêma Kurdistanê heye û got, "Niha jî ji bo guftûgoyan ne dereng e. Li Kerkûkê şehîd û birîndar hene. Şerê li Kerkûkê dihate payîn. Ji ber ku çend roj bûn gef dikirin. Her wiha ji duh ve dest pê kiriye. Di kanala Rûdaw û Kurdistan24 de 4 roj e şer dest pê kiriye û gelekî mezin bûye. Bi bername kar ji bo şer dikin. Hinek kanal nûçeyên ne rast belav dikin û hewl didin ku tirsê çêbikin. Ev xizmetê ji dijmin re dike. Hinek ragihandinên PDK'ê axaftinên bêwate li ser berpirsên YNK'ê dikin. Heq ew e ku Mesûd Barzanî û PDK devê van kanalan bigire."   Pîre wiha domand; "Duh Serokkomar Fûad Mehsûm li gel Mesûd Barzanî û polîtburoya YNK'ê û PDK'ê civiya. Me li ser vê yekê li hev kir ku bêmerc guftûgoyan bikin û rewşê aram bikin. Serokkomar vegeriya Bexda û wê îro li gel Heyder Ebadî bicive."   'ŞER PLANA IRAQ, ÎRAN Û TIRKIYE YE'   Pîre herî dawî got; "Ev şerê rû dide, plana sê alî ya Iraq, Îran û Tirkiyeyê ye. Hemû aliyên Kurd agahdar in. Lê hîn ji bo guftûgoyê dereng nebûye. Di encama şerê şevê din de şehîd û birîndarên pêşmergeyan hene."