Aktîvîsta TJA Derya Aslan hat binçavkirin 2018-06-15 14:21:39   AMED - Aktîvîsta TJA Derya Aslan, bi hincet derbarê wê de îxbar heye, hat binçavkirin.   Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Derya Aslan, bi hinceta derbarê wê de îxbar heye, li ser Rêya 75 a navçeya Peyasa Amedê di wesayîta taybet a lê siwar bû hat rawestandin û binçav kirin. Aslan a hat binçavkirin, birin Midûryeta Polîsan a Amedê. Derbarê rastiya îxbarê û hinceta binçavkirina Aslan de agahî nehatin bi dest xistin.