Welatiyê ji Elmanye hat, bi hinceta heqaret li Erdogan kiriye hat girtin 2018-06-15 14:08:38   ÇEWLIK - Welatî Mehmet Altintoprak ji bo Cejna Remezanê ji Elmanyayê hat bajarê xwe û bi hinceta di hesabê medya civakî de heqet li Serokê Giştî yê AKP’ê û Namzetê Serokkomariyê Tayyîp Erdogan kiriye hat girtin.    Mehmet Altintoprak ê salên dirêje li Elmanyê dijî, bi boneya Cejna Remezanê ji bo xizmên xwe yên navçeyên Xorxol a Çewlikê ziyaret bike di 12’ê Hezîranê de bi wesayîta xwe ya taybet çû navçeyê. Li gorî agahiyan, di ketina navçeyê de Altintoprak di kontrola leşkerî de hat rawestandin û ligel ku di GBT’ê de lêgerîna wî derneket jî, leşkeran Altintoprak bernedan, dest danîn ser telefona wî û hesabê wî yê medyaya civakî kontrol kirin.  Leşkeran ji ber parvekirinekê di hesabê medya civakî de, bi hinceta “heqaret” li Serokê Giştî yê AKP’Ê û namzetê Serokkomirê Recet Tayyîp Erdogan agahî da dozgerê nobedar. Derbarê Altintoprak de biryara binçavkirinê hat dayîn û birin Midûryeta Polîsan a Çewligê. Altintoprak piştî îfadeya wî ya li midûryeta polîsan hat girtin, sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê ya Nobetdar kirin. Dadgehê bi îdîaya “Heqaret li Serokkomar kirin” derbarê Altintoprak de biryara girtinê da û şand Girtîgeha Çewlikê.