Komkujî şermezar kirin 24 sal û 5 meh ceza girtin 2017-10-16 12:57:21   MUGLA - Li Datçayê di 11'ê Cotmehê de Komkujiya Enqereyê şermezar kiribûn, li 21 kesan salek û 2 meh ceza birîn.   Li navçeya Datçayê ya Muglayê di 11'ê Cotmeha 2015'an de Komkujiya 10'ê Cotmehê şermezar kirin, der barê 21 kesan de doza "Heqaret li komarê kirine" li wan hat vekirin. Der barê 21 kesan de ji salekê heta 3 salan ceza hat xwestin û di doza li Dadgeha Cezayê Asliyeye ya Muglayê hat dîtin de, li 21 kesan salek û 2 meh ceza birîn.   Ji ber ku 11 kes dozên wanên cuda jî hebûn, dadgehê cezayê girtîgehê vegerand cezayê pere û bi giştî 77 hezar lîre cezayê pere birî. Her wiha dadgehê da zanîn ku ji ber 10 kes berê jî di hin sûcan de ceza girtine, daxuyaniya hikumê paşve hiştinê da.