Li Rihayê gule li bedena 8 kesan ket 2018-06-15 13:32:32   RIHA – Duh zilamên Namzetê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz bi ser dikana esnaf Şenyaşar de girt û li ser wan gule reşandin. Di êrîşê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li gorî agahiyên rayedarên nexweşxaneyê, li ser bedena 4 kesên jiyana xwe ji dest dan û şopa guleyê heye. Herî kêm 5 kesên din jî bi guleyan birîndar bûn.    Duh li navçeya Pirsûsê ya Rihayê namzetê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz û zilamên xwe bi keleşan bi ser dikana esnaf Şenyaşar de girt û gule reşandin. Di bûyerê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 8 kes jî birîndar bûn. Li gori qeyd û agahiyên rayedarên nexweşxaneyê şopa guleyê li ser cenazeyên 4 kesan û 5 kesênbirîndar heye. Li ser bedena kesên hatin kuştnin Adil Şenyaşar (5-6 şop) li ser bedena Celal Şenyaşar û Mehmet Yıldiz bi yek guleyê hatin kuştin. Li ser bedena Mustafa Yildiz jî bi yek guleyê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Kesên birîndar bûn jî wiha ne: Esvet Şenyaşar (Bi lêdanê travma serî) Nihat Yıldız (bi guleyê) Engin Şimşek (bi guleyê) Fadil Şenyaşar (rewşa wî baş e) Ahmet Çetin (ji milê xwe) Ferit Şenyaşar (bi lêdana daran ji serê xwe birîndar bûye) Mehmet Şenyaşar (bi du guleyan birin dar bûye) Suleyman Yildiz (Agahî tune ye)    Kesên birîndar bûn rakirin nexweşxaneyên Riha, Dîlok û Amedê.