Demîrtaş: Divê welatiyên me neyên provokasyonan 2018-06-15 13:13:35   NAVEND NÛÇEYAN - Namzetê Serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, der barê êrîşa çekdarî ya li Pirsûsê hat jiyîn de daxuyanî da û got: “Bi lêpirsînek bi bandor, divê rastî teqez derbikeve holê. Divê welatiyên me neyên provokasyonan û bi xwînsarî tevbigerin.”   Namzetê Serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, der barê êrîşa çekdarî ya Pirsûsê ku 4 welatiyan jiyan xwe ji dest dan û 9 kes jî birîndar bûn, li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyanî da. Demîrtaş di daxuyaniyê de got: “Xwedî rehma xwe li miriyên Pirsûsê bike, serê xizmên wan saxbe û ji birîndaran re jî şifaya xêrê dixwazin. Bûyera hat jiyîn pir xetarnake. Divê bi lêpirsînek bi bandor, rastî teqez derbikeve holê.  Divê welatiyên me neyên provokasyonan û bi xwînsarî tevbigerin. Divê hûn daxwaza kesên hewl didin hilbijartinê xwînî bikin di qirika wan de bihêlin. Tiştek, ji canê mirovan hêjatir nîne.”