Malbat û parêzer: Divê demildest em bi Ocalan re hevdîtin bikin 2017-10-16 12:56:18 STENBOL – Li ser îdiyaên der barê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de derketin parêzer û malbata Ocalan bi boneya hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan û got: “Em daxwaz dikin ku bi lez û bez hevdîtin pêk were.”  Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Rêzan Sarica, Ebru Gunay, Faîk Ozgur Erol û Îbrahîm Bîlmez bi boneya bi muwekîlên xwe re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Birayê Ocalan Mehmet Ocalan û xwişka wî Fatma Ocalan jî bi boneya hevdîtinê bi rêya parêzeran serlêdan kirin.    Li ser îdiyaên der barê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de derketin ji ewlehî û tenduristiya Ocalan guman zêde dibin. Parêzer û malbata Ocalan wiha got: “Divê teqez em geşedanên dawî agahdar bibin. Em daxwaz dikin ku bi lez û bez hevdîtin pêk were.”