Ji HEP’ê heya HDP’ê kedkarê hemû kesan ên ji destên wî çay vexwarin 2018-06-15 11:00:37   ÇEWLIK - Li Çewlikê, Fevzî Bulut ji HEP’ê heya HDP’ê di her hilbijartinê de, dev ji karê xwe berdide û li avahiya partiyê çaygeriyê dike. Bulut, diyar kir ku hilbijartina 24’ê Hezîranê ji bo Kurdan yek ji ezmûnên herî krîtîke.     Li Çewlikê kedkarê kurd Fevzî Bulut, ji sala 1990’î ve di xebatên hilbijartinê yên partiyên Kurd ên hatin avkirin de kedek mezin dide. Piştî girtina hemû partiyên Kurd, di partîyên nû yên hatin avakirin de beşdarî xebatên hilbijartinê bû. Bulut ji Partiya Kedê ya Gelan (HEP) a sala 1990’î de hat vakirin dest pê kir, beşdarî xebatên Partîya Demokratîk (DEP), Partiya Azadî û Demokrasî (OZDEP), Partiya Demokrasiya Gelan (HADEP), Partiya Gel a Demokratîk (DEHAP), Partiya Civaka Azad, Partiya Civaka Demokratîk (DTP), Partiya Demokratîk û Aştiyê (DBP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bû û herî dawî di Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê de cih digire. Di hilbijartinan de namzet tên guhertin, lê Bulut qet nayê guhertin û dinava 17 hilbijartinên 28 salan de, hemû kesên çûyîn partiyê ji destên wî yên emekdar çay girtine û vexwarine. Bulut ê şahidî ji hemû hilbijartinan re kir, got ku hilbijartina 24’ê Hezîranê ji bo Kurdan esmûnek krîtîke.    ‘HADEP LI ÇEWLÎGÊ PARTIYA YEKEMÎN BÛ’   Bulut, di înşaetan de debara xwe bi boyaxkarî dike, anî ziman ku 24’ê Hezîranê dê bibe sala fînalê û wiha axivî: “Partiyên Kurdan bi salane ji ber pirsgirêka bendê, mehkûmî partiyên wan înkar dikin tên kirin. Di dema HEP’ê de 18 wekîl hatin derxistin. Di dema HADEP’ê 34 û di dema DEHAP’ê de jî 50 wekîl hatin derxistin. Li ji be benda ji sedî 10 nekarin bikevin Meclîsê. Yên  li şûna wekîlên me hatin hilbijartin, bûn parazvanê polîtîkayên înkar kirina ziman, çand û nasnameya Kurdan.”   ‘KILÎTA HILBIJARTINÊ KURDIN’   Bulut, anî ziman ku HADEP di hilbijartinên herêmî û giştî yên sala 1999’an de li Çewlikê bû partiya yekemîn û wiha got: “Me Şaredariya Çewlikê qezenc kir, lê serokê şaredariyê ji erka wî dûr xistin û kirin girtîgehê. Encamên hilbijartinê dê gelê Kurd diyar bike. Bi salane em têdikoşin. Partiya me di vê hilbijartinê de pir bi bandore. Ji ber ku qedera hilbijartinê dê HDP û gelê Kurd diyar bikin. Em di esmûnek pir krîtîkre derbas dibin.”   ‘DI SERÎ VÎ KARÎ DE PÊŞEROJA ME HEYE’   Bulut di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Avhewayek guhertinê li Çewlikê heye. Piştî salên dûr û dirêj HDP dê li bajêr cardin bibe partiya yekemîn. Divê ji bo ewlekariya sindoqan em bi baldarî tevbigerin. Ez rojê 4 hezar çayan li welatiyan belav dikim. Tu mafê me yê em gilî bikin tuneye. Ji ber ku di serê vî karî de pêşeroja me heye. Berî ku em dereng bimînin, divê hemû kes tişta ji destê wan tê bikin û bikevin nava tevgerê.”   MA / Lezgîn Akdenîz