Namzetên ciwan ên Dîlokê: Em dê bibin dengê ciwanan 2018-06-15 10:50:17   DÎLOK – Namzetên ciwan ên HDP’ê yên Dîlokê Musa Aydın û Agît Erkan, diyar kirin ku îktîdarê jiyana ciwanan xistine nava rewşek xerab û wiha gotin: "HDP’ê ji ciwanan re qadek nû vekiriye. Ji bo ciwan biçin meclîsê û vîna xwe temsîl bike cih daye ciwanan. Em dê bibin bersîva vê yekê."    Namzetên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Dîlokê yên ciwan Musa Aydın û Agit Erkan, bal kişandin ser xebatên xwe û namzetiya xwe. Namzetên ciwan destnîşan kirin ku ji ber HDP di projeyên xwe de cih didin ciwanan ew ji ber vê yekê di HDP'ê de bûn namzet. Namzetan anîn ziman ku di nava partiyan de namzetên herî ciwan di nava HDP'ê de cih digirin. Namzetê herî ciwan Agît Erkan ê 19 salî li bajarê Dîlokê namzetê herî ciwan e û wiha got: "HDP rê li pêş ciwanan vedike. Lê îktîdarê ciwan bêtir xistin nava jiyanek yoz û aloz. Îktîdarê bêtir vîn û dengê ciwanan qut kir. Meclîsê destê siyasetmedar3en kurd qut kir. Dengê ciwanan qut kir."    ÎKTÎDARÊ CIWAN BÊ SIBEROJ HIŞTIN   Aydin, destnîşan kir ku tenê HDP li dijî betalî, jiyana xerab û yoz têdikoşe û tenê HDP'ê rê li pêş ciwanan vekiriye. Aydin, bal kişand ser polîtîkayên AKP'ê yên li dijî ciwanan û wiha got: "Îktîdara AKP'ê 16 salin li ser kar in. Heta niha 16 caran pergala perwerdehiyê guhertin. Dibe ku li her bajarekî zanîngehekê ava bike. Lê ciwanên betal ava kirine. Ciwanên bi dîploma, lê ciwanên betal zêde kirine. AKP'ê 16 salan ji bo ciwanan tu gav neavêtin. Tenê HDP ji bo ciwanan proje amade kirin. Rêjeya hêjmara ciwanên di lîsteya AKP'ê û HDP'ê de li holê ne. Îktîdar bi zanebûn rê li pêş ciwanan digere. Siberoja ciwanan tune dike. Ciwanan bê siberoj dihêle. Em dibînin ku li kampusan jî tiryak û esrar tê firotin. Ev yek bêtir li Dîlokê xuya dibe. Li kolan û taxan tiryak tê firotin. Hem ciwanên me jahrînî dikin û hem jî li ser ciwanên me xwe mezin dikin.    Namzetê 19 salî Agît Erkan diyar kir ku iktîdar 16 salin li ser kar e, lê heta niha ji bo ciwanan tu tişt nekiriye. Îktîdar bi taybetî beşa civakê ya herî çalak jin û ciwanan bê siberoj dihêle. Li ser keda wan xwe dide jiyandin. Keda wan dagir dike. Mafê wan dixwe. Niha jî bi OHAL’ê hewl dide keda wan tune bike. Herî zêde ji ciwanan ditirse û dixwaze ciwanan di kontrola xwe de bihêle."