Rojnamegerên jin: Pêwîstî bi guhertinek teqez heye 2018-06-15 09:45:49   AMED - Rojnamegerên jin ên li Amedê dixebitin, diyar kirin ku di hilbijartina 24’ê Hezîranê de pêwîstî bi guhertinek teqez heye û gotin: “Ev hilbijartin şansê herî dawî ye.”   Hikûmeta AKP’ê, li tevahiya Tirkiyeyê bi hinceta OHAL’ê bi dehan KHK derxistin û gelek saziyên çapemeniyê yên mûxalîf girtin û bû sedema bi sedan rojnameber bê kar bimînin. Rojnameger ji ber nûçeyên çêkirin û parvekirinên medeya civakî hatin girtin, binçavkirin û rastî êrîşan hatin. Jinên rojnameger hilbijartina 24’ê Hezîranê nirxandin û gotin: “Em dixwazin di hilbijartina 24’ê Hezîranê de li dijî rejîma yekzilamî azadî û demokrastiya mafê mirovan diparêze derbikeve holê.”    ‘EV HILBIJARTIN ŞANSÊ DAWIYE’   Endama Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamya  Rojda Korkmaz, diyar kir ku jinên rojnameger ji ber nasnameya xwe ya jin dibin hedef û wiha axivî: “Jin çiqasî di hedefa desthilatdariyê dene, jinên rojnameger jî ewqaî di hedefê dene. Ev hilbijartin ji bo jinan, şansê herî dawiye û jiyaniye.”   ‘DIXWAZIM QADEK DEMOKRATÎK AVA BIBE’   Nûçegihana  Rojnameya Evrenselê Serpîl Berk jî, anî ziman ku hilbijartin heya lê televîzyonên wan tên girtin û wiha got: “Ez dixwazim cihekê ku daraz lê serbixwe be, OHAL lê tune be, KHK bên betalkirin û azadiya çapemeniyê hebe, bê avakirin. Bi sedan hevalên me ji ber nûçeyên çêkirin hatin girtin û binçav kirin. Ev hilbijartin ji bo me hemûyan xwedî girîngiyek mezin û şansê dawîye.”     Ji Platforma 1HaberVar Gulîstan Korban jî, da zanîn ku ji ber êrîş û cezayên pere yên pir zêde necar man ku 1haberVar bigirin û wiha bilêv kir: “Ji ber vê yekê du caran bê kar mam. Li Tirkiyeyê êrîşên li ser çapemeniyê her tim hebûn, lê mîna vê serdemê tu carî wisan giran nebûn. AKP tu carî ji bo daxwazên me nebû bersiv. Em bawer dikin ku dê di vê hilbijartinê de rejîm bê guhertin.”   ‘ÊRÎŞÊN DIJWAR LI SER ÇAPEMENIYÊ HENE’   Edîtora Jinnews Roza Metîna jî, bal kişand êrîşên li  ser çapemeniyê û wiha axivî: “Di pêvajoya AKP’ê de êrîşên li ser jinan zêdetir bûn. Jin hatin qetilkirin, rastî tundî û îtsîmarên zayendî hatin, maf û keda wan tune hatin hesibandin. Bi taybetî di qada çapemeniyê de keda jinê hat binpêkirin û rastî êrîşên zêde hatin. Berî her tiştî dixwazim êrîşên li ser çapemeniyê rabin. AKP’ê medyayek tekparêz, ji azadiya çapemeniyê dûr, bi tirs û çavên xwe ji rastiyan re girtin ava kir. Çapemeniya mûxalîf a ji vê yekê re serî netewan rastî êrîşên zêde hatin û bi sedan rojnameber hatin girtin, binçavkirin û ji ber nûçeyên çêkirin tên darizandin. Em hêvî dikin ku di hilbijartina 24’ê Hezîranê de azadî û demokrastî qezenc bike.”