Cizîr ji bo mîtînga ku dê bi deh hezaran kes beşdar bibe amade ye! 2018-06-15 09:20:15   ŞIRNEX – Dê li Cizîrê di 16'ê Hezîranê de bi beşdarbûyîna bi deh hezaran mîtîng bê lidarxistin. HDP'iyan ji bo mîtîngê bang li herkesî kir û got: "Dê ev mîtîng rêyeke nû vebike."    Dê di 16'ê Hezîranê roja şemiyê bi beşdarbûyîna Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî li Taxa Konak a Cizîra Şirnexê li qada vala ya li ber TOKÎ'yan mîtîngeke mezin bê lidarxistin. Amadekariyên ji bo mîtîngê temam bûn.    Dê mîtîng saet di navbera 15.00-18.00'an de bê lidarxistin û wê Koma Gulê Xerzan û Ûmût Baran jî bi stranên xwe tev li mîtîngê bibin.    ‘DÊ ÇAVÊ HERÊMÊ HEMÛ LI VÊ MÎTÎNGÊ BE'    Namzeta HDP'ê Nûran Îmîr, ji bo mîtîngê bang kir: "Divê gelê Botanê hemû berê xwe bide qada mîtîngê." Îmîr destnîşan kir ku dê gel bi coşeke mezin tev li mîtîngê bibe û çavê welatiyên herêmê hemûyan dê li vê mîtîngê be. Îmîr bi lêv kir ku ji ber ku piştî "qedexeya derketina kolanan" ev mîtîng mîtîngeke ewil a girseyî ye, gelekî girîng e. Îmîr got: "Dê ev mîtîng rêyeke nû vebike. Dê Botanî bi rengê xwe vê mîtîngê rengdar bikin."    DÊ WESAYÎT JI BER BUROYÊN HILBIJARTINÊ RABIN    Hevserokê HDP'a Cizîrê Alî Akdenîz jî, destnîşan kir ku xebatên wan ber bi dawiyê ve diçin. Akdenîz, diyar kir ku ew ê li navçeyê bi 15 wesayîtan gel bibin qada mîtîngê û got: "Dê wesayît ji ber buroyên me yên hilbijartinê yên li Taxa Yafes û Taxa Cûdiyê rabin. Her wiha ji bo welatiyên navçeyên din jî partiya me dixebite. Em li benda gelê xwe ne."