Serokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk: Eger hûn samîmî bin niha dawî li Rewşa Awarte bînin 2018-06-15 09:19:47   AMED – Çend roj berê Serokomar Erdogan gotibû: “Em ê piştî hilbijartinê dawî li Rewşa Awarte bînin.” Serokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan ji b ovan gotinên Erdogan got: “Eger hûn samîmî bin, niha dawî li Rewşa Awarte bînin.”    Çend roj berê Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokomar Recep Tayyip Erdogan di qenaleke televîzyonê de gotibû: “Em ê piştî hilbijartinê dawî li Rewşa Awarte bînin.” Serokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan ev gotinên Erdogan nirxandin û got: “Rehmetiyê Ecevît di wê hilbijartinê de gotibû ‘Eger em bibin îktîdar em ê daw, li Rewşa Awarte bînin.’ AKP bû îktîdar û bêyî ku Rewşa Awarte dirêj bike bi dawî kir. Yanî li vir rewşeke dubendî heye. Wê demê AKP dawî li Rewşa Awarte neanî. Jixwe hikûmeta berî wê ji bo cara dawî dema Rewşa Awarte dirêj kiribû.” Turkdogan, destnîşan kir ku ev gotinên AKP ji bo hilbijartinê ne.    'JI BO ÇI HÛN LI BENDA HILBIJARTINÊ DISEKININ’    Ozturk, bilêv kir ku di Qanûna Bingehîn de hinceta demdirêjkirina Rewşa Awarte nivîsandiye û got: “Li gorî Qanûna Bingehîn; dema liv û tevgerên şidetê berbelav bin dema Rewşa Awarte tê dirêjkirin. Di 15’ê Tîrmeha 2016’an de hewldaneke darbeye ku em hemû li dijî wê derketin pêk hat. Bereksê vê komên sivîl ên alîgirê hikûmetê li kuçeyan xwepêşandan pêk dianîn. Yanî di 20’ê Tîrmeha 2016’an de ji bo Rewşa Awarte tu hincet tune bûn.” Ozturk bertek nîşanî gotinên Erdogan ku got “Em ê piştî hilbijartinê dawî li Rewşa Awarte bînin” dan û got: “Eger hûn samîmî bin, niha dawî li Rewşa Awarte bînin. Ji bo rakirina Rewşa Awarte tu astengî tune ne. Çima hûn ji bo dawîlêanînê li benda hilbijartinê disekinin.”    'BAWERIYA MIN BI VÊ ÎKTÎDARÊ TUNE YE’    Ozturk, destnîşan kir ku bi referanduma 16’ê Nîsana 2017’an ve mayîndebûyîna Rewşa Awarte hatiye xwestin û got: “Di vê hilbijartina serkomariyê de eger kesê bibe serkomar ligel pergala hikûmetê cih bigire yanî AKP û MHP bi ser bikeve dê rejîma Rewşa Awarte mayînde bibe. Heta ku ev Qanûna Bingehîn di meriyete de me dê Tirkiye bi Rewşa Awarte bê birêvebirin. Ev tişt tê mayîndekirin. Eger muxalefeta sereke bi ser bikeve, diyar dike ku ew ê vegerin pergala parlementeriyê ya berê. Teahudên wan ên ku dê dawî li rewşa Awarte bînin heye. Em dikarin bawerî bi vê yekê bînin. Lê wekî parêzvanekî mafên mirovan baweriya min bi vê îktîdarê nayê.”