Hunermend: Ji bo azadiya xwe em li Bakirkoyê bin 2018-06-15 09:18:19   STENBOL – Hunermendan ji bo mîtînga HDP’ê ku dê di 17’ê Hezîranê de li Bazara Gel a Bakirkoyê bike bang li herkesî kirin û gotin: “Divê herkes tev li mîtînga HDP’ê ku dê roja yekşemê bê ji bo azadiya me bê lidarxistin bibe.”    Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê d idi 17’ê Hezîranê saet di 17.00’an de li Bazara Gel a Bakirkoyê bi dirûşmeya “Em ji bo jiyaneke bê şer û bê kedxwarî tên gel hev” mîtîngekê li dar bixe. Hunermendan destek da vê mîtîngê û bang li herkesî kirin ku tev li mîtîngê bibin. Hunermendan got: “Ji bo azadiya me divê herkes tev li mîtîngê bibe.”    ALKAYA: DEMÎRTAŞ DÎWAR RÛXANDIN    Lîstikvan Orhan Kaya diyar kir ku ew ê ji bo hilbijartina serokomariyê dengê xwe bide Namzetê HDP’ê yê Serokomariyê Selahattîn Demîrtaş û ji bo ya parlementeriyê jî bide HDP’ê. Alkaya, destnîşan kir ku Demîrtaş dîwar rûxandin û namzetiya xwe diyar kir. Alkaya ji bo mîtînga ku dê roja yekşemê bê lidarxistin bang li herkesî kir û got: “Ji bo azadiya me divê herkes destekê bide mîtînga HDP’ê û tev lê bibe.”    ŞAMLIOGLÛ: MA EV HILBIJARTIN BI EDALET E?    Lîstikvan Ayşe Nîl Şamlioglû jî, diyar kir ku divê herkesi xwedî hiqûqeke wekhev be û got: “Namzetekî serkomariyê ku xwedî girseyeke 6 milyon hilbijêrî ye, ji girtîgehê ji bo mîtîngê bang dike. Divê em destê xwe deynin ser wijdanê xwe û bipirsin ‘ma ev hilbijartin bi edalet e?’” Her wiha Şamlioglû bang li herkesî kir ku divê dengê xwe bi kar bînin û xwedî li wan derkevin.    TANBAY: ROJA YEKŞEMÊ EM LI BAKIRKOYÊ BIN    Dansvan Zeynep Tanbay jî diyar kir ku pêvajoyeke hilbijartinê ya derhiqûqî û bêedalet heye, lê belê ligel vê yekê jî HDP li ber xwe dide. Tanbay, anî ziman ku Demîrtaş bi peyamên xwe kampanyayeke hilbijartinê ya ku li cîhanê mînakên wê tune ye bi rê ve dibe. Tanbay got: “Dê di 17’ê Hezîranê li mîtînga Stenbolê de Demîrtaş di televîzyonê de biaxive. Ev yek cihê heyecanê ye. Her wiha em ê bi awayekî hiznî û bi hêstirên çavan temaşe bikin. Roja yekşemê em hemû li Bazara Gel a Bakirkoyê bin.” Tanbay, destnîşan kir ku ew ê li dijî derhiqûqiyê dengê xwe bide Demîrtaş û HDP’ê.    MA / Melike Ceyhan – Sadiye Eser