Li Bekîr Kaya doza ‘Çima te pir çêkiriye?’ kirin 2018-06-15 09:17:33     WAN – Li Şaxê li ser daxwaza gel şaredariya DBP’î pir çêkiribû. Lê belê qeyûmê hat tayînkirin bi îdiaya “endamên rêxistinê di ser re derbas dibin” pir rûxandibû. Ji ber çêkirina pirê der barê Hevşaredarê Şaredariya Mezin a Wanê Bekîr Kaya ku girtiye doz hat kirin. Dozgeriyê îdianame spart ser îxbareke ku bi kupurên rojnameyê hatiye kirin.    Li navçeya Şaxê ya Wanê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya DBP’î li ser daxwaza gel di sala 2016’an de pirek çêkir, lê belê Şaredariya Şaxê ya qeyûm tayînî wê hat kirin pir rûxandibû. Qeyûm bi îdiaya “Endamên rêxistinê di ser re derbas dibin” pir rûxandibû. Têkildarî çêkirina pirê derbarê Hevşaredarê Şaredariya Mezin a Wanê Bekîr Kaya ku girtiye bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” doz hat kirin. Îdianameya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê hat amadekirin ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 1’an a Wanê hat qebûlkirin. Îdianame xwe dispêre îxbareke ku bi kupurên rojnameyê hatiye kirin.    Di îdianameyê de hat diyarkirin ku kesek bi kupura rojnameyê serî li Serdozgeriya Komarê daye û ji ber vê têkildarî çêkirina pirê ya li Şaxê hatiye çêkirin lêpirsîn hatiye destpêkirin.    Ev doza hat vekirin bi doza Bekîr Kaya ya li Dadgeha Cezayê Giran a 2’yan ve hat yekkirin.    Kaya, di îfadeya xwe ya li dozgeriyê ya ji bo pirê got: “Pira ku Şaredariya Mezin li navçeya Şaxê ji bo gel çêkiriye çawa çêdibe ku bibe cihê tawanbariyê. Dadgehê li vê derdorê tu lêkolîn kirine? Çima beyana cendirmeyan a ‘Terorîst di ser re derbas dibin’ esas têgirtin. Çima tenê xizmeta ji bo kurdan wekî sûc tê hesibandin? Ji kurdan hin jê dimirin, hin jê diçin leşkeriyê dimirin. Dewlet ji bo her tiştî bacê ji wan distîne. Çima xizmeta ji bo wan sûc tê hesibandin. AKP propagandayê dike û dibê ‘rêxistin nahêle em rê û piran çêbikin.’ Lê dema em pir û riyan çêdikin, ji bo wê tê gotin ‘endamên rêxistinê di ser pirê re derbas dibin.’ Baş e kîjan rast e?Pira me çêkiriye, havînan mirov di ser re diçin. Mirov nemaze jî bêrîvan ji bo pezên xwe bidoşin 5-6 kîlometre rê diçûn. Gundiyan ji me daxwaz kir û me jî pir çêkir.”      Kaya destnîşan kir ku ev îdia hemû li ser fermana îktîdarê hatine kirin û got: “Dema hikûmet rê û piran çêdike, giliyên xwe dike dibêje rêxistin destûrê nade. Lê dema em çêdikin dibêjin rêxistinê xwestiye û wan çêkiriye. Êdî biryarekê bidin, rêxistin piran dixwaze yan naxwaze? Em jî ji ber ku li vî welatî dijîn ne ewqasî hewesdar in, lê wekî din tu vebijêrk tune ne. Ev welat êdî hatiye asta ku mirov nikarin lê bijîn. Dema em piran ji gel re çêbikin ma em li ser binivîsînin ‘endamên rêxistinê nikarin di ser re derbas bibin?’ Niha dadgehê bi her awayî neyta me didarizîne. Dadgeh bi xwe jî xwedî bîbiriyeke ku ‘Tu kurd î, te ev pir çêkiriye, nexwe te ji bo hin kesan çêkiriye.’ Ji bo em siyasetmedarên kurd bên tasfiyekirin, daraz veguherandin amûrekê.”    MA / Nimet Olmez