Dê HDP li Îdirê 10 hezar hilbijêrên livdar veguhêzîne ser sindoqan 2018-06-15 09:16:07   ÎDIR – Komîsyona Hilbijêran a Livdar a Îdirê heta niha xwe gihandiye 6 hezar hilbijêran. Armanca komîsyonê ew e ku di 24’ê Hezîranê de 10 hezar hilbijêran bîne bajêr. Dê HDP hemû mesrefan bide.    Yek ji bajarên ku herî zêde hilbijêrên livdar lê hene yek jî Îdir e. Komîsyonên ji bo vê yekê li Îdirê hatine avakirin, bênavber dixebitin. Komîsyona Hilbijêran a Livdar a Îdirê xebatên xwe lezandine. Komîsyonê di hilbijartina 7’ê Hezîrana 2015’an de ji 10 hezarî zêdetir hilbijêra veguhastibûn ser sindoqan û HDP’ê li bajêr 2 parlementer şandibûn meclîsê.    Rêxistina HDP’ê ya Bajêr bi dirûşmeya “Bi ruhê 7’ê Hezîranê ber bi 24’ê Hezîranê ve” hewl dide hemû hilbijêran veguhêzîne ser sindoqan. Komşsyona ji bo xwe bigihîne hilbijêran hem pêwendiyê bi welatiyan re hem jî bi keyayên gundan re datînin. Her wiha gelek welatî jî bi awayekî dildar di nava komîsyonê de cih digirin û hejmarên telefonên dost û hevalên xwe radestî Komîsyona Hilbijêran a Livdar a li avahiya HDP’a bajêr in dikin.    ‘EM Ê JI 10 HEZARÎ ZÊDETIR HILBIJÊRAN VEGUHÊZÎNIN SER SINDOQAN’    Endamê Komîsyona Hilbijêran a Livdar Serhat Ceylan, anî ziman ku armanca wan ew e ku ji 10 hezarî zêdetir hilbijêran veguhêzînin ser sindoqan. Ceylan got: “Em ê xwendekaran, şivanan, kesên çûne zozanan, karkerên demsalî û karkerên înşeatan ên li metrepolan dixebitin bibin ser sindoqan. Ji ber ku hilbijartin piştî cejnê ye, ji bo me avantajeke baş e. Dê nêzî 2 hezar hilbijêrên me ji ber cejnê biçin malên xwe. Ev ji bo me cihê kêfxweşiyê te. Heta niha me xwe gihandiye 6 hezar kesên li derveyî bajêr. Em ê van kesan beriya hilbijartinê rojekê bi wesayîtên ku me kirê kirine bînin û em ê bi heman awayî jî wan bibin.”    ‘DÊ HEMÛ MESREF AÎDÊ PARTIYÊ BIN’    Ceylan, diyar kir ku kesên xwe digihînin wan divê serî li komîsyonên ku li her bajarî ji aliyê Navenda Giştî ya HDP’ê hatine avakirin bidin û got: “Mesela li Qersê komisyona me heye. Divê welatiyên me yên li Qersê serî li wê komîsyonê bidin. Em jî hevdîtinê bi kooperatîfên mînîbusan re çêdikin û wesayîtan amade dikin. Li hemû bajaran komîsyonên me yên bi vî rengî hene. Em ê bi van wesayîtan hilbijêrên xwe bibin ser sindoqan û di heman rojê de jî wan bibin cihê wan. Hemû mesref aîdî partiyê ne. Armanca me ew e ku hilbijêrek me jî li derve nemîne.”    ‘ELEQEYEKE JI YA 7’Ê HEZÎRANÊ WÊDETIR HEYE’    Endamê Komîsyona Karê Agahiyan Serhat Hûn jî, diyar kir ku di nava 81 bajarî de cihê Îdirê cuda ye û got: “Îdir bajarekî nîv koçberiyî ye. Ji ber ku zozanvaniyê dikin gelek kes diçin Erdexan û Qersê. Dê ji ber cejnê piraniya hilbijêrên me yên li metrepolan bên. Em li gelek hilbijêran geriyan û gelakn diyar kir ku ew ê roja hilbijartinê werin. Ev ji bo me cihê kêfxweşiyê ye. Her wiha piraniya hilbijêrên me jî diyar kirin ku ew ê bi derfetên xwe werin. Eleqeyeke ji ya 7’ê Hezîranê wirdetir heye.”    Hûn da zanîn ku hilbijêr dikarin bi riya van navnîşanan xwe bigihînin wan:    Hesabê HDP’a Îdirê yê Facebookê    Hesabê HDP’a Îdirê yê Înstagramê    0507 724 9201   0543 840 3921   Hûn anî ziman telefonên wan 24 saetan vekirîne û hilbijêr dikarin xwe bigihînin wan.    MA / Mahmut Ruvanas