Dayika 60 salî, tevî 3 zarokên xwe û bûka xwe girtiye 2018-06-15 09:15:21     AMED – Halîme Acar a 60 salî li Xarpêtê, keça wê Zozan li Baybûrtê, kurê wê Bakî li Erzinganê, kurê wê Hasan li Tekirdagê û bûka wê Halîme jî li Enqereyê di girtîgehê de ye. Malbat li ser “îxbarekê” 2 sal û 5 meh e di girtîgehê de ye. Dadgeha Îstinafê doz xera kiribû, dê di 19’ê Hezîranê de doz dîsa pêk bê.    Tiştên hatiye ser malbata Acarê, bi awayekî aşkere halê Rewşa Awarte dide der. Li Êlihê di 18’ê Çileya 2016’an de polîsan avêt ser mala malbata Acar û 6 ferdên malbatê binçav kirin. Ji 6 kesan 5 kes bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” hatin girtin û ew şandin 5 girtîgehên cuda.    Dayika 10 zarokan Halîme Acar (60) di Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê, keça wê Zozan Acar di Girtîgeha Tîpa M a Baybûrtê, kurê wê Bakîr Acar di Girtîgeha Tîpa T a Erzinganê, kurê wê Hasan Acar di Girtîgeha Tîpa F a Tekirdagê û hevjîna Hasan Halîme Acar jî di Girtîgeha Jina ya Sîncan a Enqereyê de ye. Her wiha bûka wan Nazli Acar jî piştî 4 meh û nîvan girtî m abi şertê venêrîna edlî hat berdan.    Halime Acara 60 salî bi riya nûçegihana DÎHA ya bi KHK’ê hat girtin Şerîfe Orûç ji Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê nameyek şand û di nameye de destnîşan kir ku tevî 3 zarokên xwe û bûka xwe 2 sal û 5 meh in li ser îxbareke bêbinî girtî ne.    'TEVÎ 3 ZAROKÊN XWE, 3 NEVIYÊN XWE Û 2 BÛKÊN XWE HATIM GIRTIN’    Nameya Acar ev e:   “Ez Halîme Acar. 60 salî me û dayika 10 zaroka me. Li ser îxbareke vala avêtin ser mala me. Tevî 3 zarokên xwe û 2 bûkên xwe hatim binçavkirin. Xwendina me kesî tune bû. Li Midûriyeta Emniyetê bi zorê hin kaxez bi me dan îmzekirin. Paşê em hatin girtin û em şandin Girtîgeha Tîpa M a Êlihê. Ji ber ku kes tune bû li 3 neviyên min ê biçûk binere, me ew jî girtin cem xwe. Em malbat hemû di zindanê de bûn. Li malê ya herî mezin 17 salî 9 zarok bi tena serê xwe man. Piştî 4 meh û nîvan şûnde bûka min Nazli Acarê bi şertê venêrîna edlî berdan. Paşê me şandin girtîgehên cuda.    Kurê min Bakî Acar di Girtîgeha Tîpa T a Erzinganê, keça min Zozan Acar di Girtîgeha Tîpa M a Baybûrtê, kurê min Hasan Acar di Girtîgeha Tîpa F a Tekirdagê û hevjîna Hasan Halîme Acar jî di Girtîgeha Jina ya Sincan a Enqereyê de ye. Min jî sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê kirin.”    ÎSTINAFÊ XERA KIR    Acar bi bîr xist ku bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” hatine girtin, lê belê di mutalayê de bi hinceta “Ji bo rêxistinê peydakirina madeyên sotîner” hatine tawanbakirin û ji her yekî ji wan 12 sal û 6 meh ceza hatiye birîn. Acar destnîşan kir ku Dadgeha Îstinafê ya Dîlokê ev biryara xera kiriye û ji nû ve hatine darizandin.    MALBAT NIKARE BÊ   Dayik Acar got: “Em bi awayekî derhiqûqî hatin binçavkirin. Bi zorê kaxez bi me dan îmzekirin. Ji ber van îfadeyan 12 sal û 6 meh ceza li me birîn. Ji malekê em 5 kes di girtîgehê de ne. Li malê 9 zarok hene, lê kes tune ye li wan binere. Me şandin girtîgehên cuda, loma malbat nikare ji bo hevdîtinê bê. Jixwe kesekî ku were jî tune ye. Bang li raya giştî dikim. Ma bi awayekî derhiqûqî ji malbatekê herkê 12 sal û 6 meh ceza li 6 kesan tê birîn?”    DANIŞÎN DI 19’Ê HEZÎRANÊ DE YE    Piştî Dadgeha Îstinafê ceza xera kir, dê doz ji nû ve pêk bê û dê danişîna dozê di 19’ê Hezîranê de li Êlihê pêk bê.