Malbatan bi girseyî gorên zarokên xwe ziyaret kirin 2018-06-14 19:51:35 AMED – Bi hezaran malbatên kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan di arîfeya Cejna Remezanê de berê xwe dan ser gora zarokên xwe û zarokên xwe bibîr anîn. Malbatan li dijî şer bertek nîşan dan.    Rêxistina HDP’ê ya Amedê bi boneya Cejna Remezanê li gel namzetên HDP’ê yên Amedê çûn serdana Goristana Yenîkoyê ya Amedê û gorên kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane ziyaret kirin. Hevserokê HDP’ê yê Amedê Mehmet Şerîf Çamçi, namzetên HDP’ê yên Amedê Selçuk Mizrakli, Abdurrahîm Durmuş, Remziye Tosun û Semra Guzel, Wekîlê HDP’ê yê Amedê Ziya Pîr, rêveberên HDP, DBP û KCD'ê jî di nav de beşdarî ziyaretê bûn. Ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan rêz hat girtin û fatîha hat xwendin.    ‘EM Ê RIYA WAN BIŞOPÎNIN’   Di serdanê de Hevserokê HDP’ê yê Amedê Mehmet Şerîf Çamçi axivî û got: “Bi wesîla Cejna Remezanê me carek din berê xwe da şehîdên xwe. Bedelên giran hatin dayîn. Ev hevalên me ji bo azadiya gelê xwe, ji bo mafê xwezayî û siberoja gelê xwe canê xwe feda kirin. Riya wan riya me ye û em ê wê riyê her dem bişopînin. Em êşa malbatên xwe parve dikin. Êş û birîna malbatên me êş û birîna me ye. Wê ew her tim di têkoşîna me de bijîn.”  Piştî axaftina Çamçi li ser goran geriyan û ziyaret kirin.    MALBAT HERIKÎN SER GORÊN ZAROKÊN XWE   Li aliye din malbatên kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane bi hezaran kes herikîn serdana gorên zarokên xwe. Malbata Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê di 28’ê Mijdara 2015’an de li ber Minareya Çar Ling a Sûrê ku hat kuştin jî ji Cizîrê hatin serdana gorê.    Di serdanê de bi taybetî dayikên kesên jiyana xwe ji dest dane xemgîn bûn û li dijî şer bertek nîşan dan. Di kêliyên serdanê de balkêş bû ku balafirên şer li ser hev ji Balafirgeha Leşkerî ya Amedê radibûn û dadiketin. Hin dayik kêlikên zarokên xwe hembêz kirin û dia kirin û fatîhayan xwendin. Malbatan derdora gorên zarokên xwe paqij kir û gul û kulîlkên li ser goran av dan. Balkêş bû ku hin ciwanan jî gorên hevalên xwe ziyaret kirin.    ‘HESTIYÊN WAN BÊHNA ME DERDIXE’    Mamê Mansur Guzel ê di 2011’an de dema keştî desteser kir û xwest biçe Girava Îmraliyê cem Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û ew kuştin Abdurrahman Guzel diyar kir ku dema ew tên ser goran  bêhna wan bi hestiyên miriyê wan derdikeve û got: “Îro dijmin ji hestiyê me jî ditirse. Hemû goristanên me îmha kirin. Wê ev zilm heta ku dewam bike. Tu merhameta wan nîne. Ev minafiq e. Feleka wan rabe nikare li Qendîlê bixe. Ez bi qurbana berxwedana wan xortan bibim. Ev çend sal e ji xwe hûn Qendîlê bombebar dikin. Em ne terorîstin. Xwedê me mirov çêkiriye.”    ‘EM  XEMGÎN IN’    Dayika Guzel, Sittî Guzel jî anî ziman ku ew bi girî tên ser gorên zarokên xwe û ew bi girî vedigerin malê xwe û got: “Em nikarin cejnan pîroz bikin. Dilê me xemgîn e. Di cejnan de kêfxweşî tune ye. Em şer naxwazin, êdî şer re bes e.”   ‘KÊFXWEŞIYA ME BÛYE XEMGÎNÎ’    Dayika Medenî Yildirim ê ku di hezîrana 2013’an de li Licê dema li dijî çêkirina kalekol û qereqolan derket û bi guleya leşkeran jiyana xwe ji dest da Fahriye Yildirim jî gora kurê xwe ziyaret kir û diyar kir ku kurê wê bêlesebep hat kuştin û got ku heta kujerên kurê wê bên cezakirin dê têbikoşin. Yildirim da zanîn ku li şûna kêfxweşiya wan xemgîniyê dijîn û her cejnê xemgînî pêşwazî dikin.