Onanç a CHP’î bertek nîşanî Erdogan da: Ev bêexlaqiye 2018-06-14 15:14:36   STENBOL - Endama Meclîsa CHP’ê ya berê Gulseren Onanç, bertek nîşanî daxuyaniya Erdogan a “HDP’ê dibin bendê de bihêlin” da û got: “Ji sedî 10 benda darbeya 12’ê Îlonê dewir girtin û li ser vî esasî polîtîka kirin bêexlaqiye. Dê dengên HDP’ê zêdetir bibin.”   Bertekên li dijî daxuyaniya Serokê Giştî yê AKP û namzetê Serokkomariyê Recep Tayyîp Erdogan a “HDP’ê dibin bendê de bihêlin” didomin. Endama Meclîsa CHP’ê ya berê Gulseren Onanç, der barê daxuyaniya Erdogan de wiha got: “Gava min guhdarî axaftina Erdogan kir, min got xwezî wisan nekira û ez nebûma şahidê bêexlawiyek wisan ji rêzê.”   ‘EV BÊEXLAQIYE’   Onanç, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Ji sedî 10 benda darbeya 12’ê Îlonê dewir girtin û li ser vê yekê polîtîka kirin bêexlaqiye. HDP partiya 6 mîlyon mirovane. Li ser partiyek wisan hesapên ‘Em wan bin bendê de bihêlin, vîna wan a siyasî bi dizin û li ser vîna wan bibin desthilatdar’ bêexlaqiya herî mezine. Ji xwe we hevserok û wekîlên wan girtin û qeyûm tayînê şaredariyên wan kirin. Weke ku ev ne bes be vê carê jî dixwazin dengên wan bidizin.”    ‘DENGÊN HDP’Ê DÊ ZÊDETIR BIBIN’   Onanç, destnîşan kir ku desthilatdar bi tirsa windakirinê tevdigere û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di serî de Erdogan vê yekê dike û nêzîkatiyên sûcdarekê rave dike. Berevajî, ev yek dê dengên HDP’ê zêdetir bike. Ev hilbijartin, hilbijartina  dinavbera bêexlaqî û exlaqê deye. Bêguman dê mirovan bi exlaq qezenc bikin. Gotinên Erdogan kirin ji bo HDP’ê pir başe. Ev dê dengên HDP’ê zêdetir bike. Ji dîrokê heya roja îro me tiştek wiha nedîtiye.”