Itiraza parêzeran hat redkirin 2017-10-16 12:17:29 EDÎRNE - Li Girtigeha Tîpa F a Edîrneyê, di demên dawî de giştînameya ku xistine dewrê hevdîtinên bi parêzeran re, hevdîtinên hefteyê du carna bi girtiyan re pêk dihatin hatin kêmkirin, ji vê biryarê re itiraz hat kirin, lê serlêdana itirazê hat redkirin. Parêseran serî li dadgeha bilind da.  KHK'a ku piştî îlankirina OHAL’ê hat derxistin, li girtîgehan binpêkirinên mafan zêde bûn. Di çarçoveya zextên rêvberiyên girtîgehan de Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê, ji bo hevdîtinên parêzeran ku bi girtiyan re pêk tînin, pêşnûmeyek hat derxistin. Di pêşnûmeyê de biryar hat girtin ku di nava hefteyê de du roj û li gorî saetên diyar kirî, parêzer dikarin bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin. Parêzer Gulîzar Tuncer, li dijî biryara rayedarên girtîgehê bi daxwaza “sînordarkirina hevdîtina parêzaran rabikin” serî li 1’emîn Dadgeha Înfazê ya Edîrneyê da.       Dozgeriyê got ku serlêdana itirazê di çarçoveya erk û rayeyên dozgeriyê de nîne û daxwaza serlêdanê red kir. Tuncer li ser vê yekê serî li 2’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edîrneyê da û îtîraz kir. Li bendê ye ku di rojên pêş de dadgeh îtîrazê binirxîn e.