Serokê Baroya Enqereyê: Gelo rêxistinên taxan dê mirovan tehîd bikin? 2018-06-14 14:51:44   ENQERE – Serokê Baroya Enqereyê Hakan Canduran, bertek nîşanî daxuyaniyên Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan ên gefan li HDP'ê dixwe dan û got: "Gelo piştî vê fermana Erdogan rêxistinên taxan dê mirovan tehdît bikin? Dê destûr nedin mirov biçin ser sindoqan?"      Axaftinên Serokê AKP'ê û Serokomar Erdogan ên di civînên bi endam û rêveberên xwe re dike bi awayekî veşarî fermandê dide endam û rêveberên xwe û dixwaze HDP'ê di bin bendê de bihêlin. Duh piştî dîmena di "Civîna bi Serokên Taxan re" de derket holê, Erdogan fermanê dide ku HDP'ê di bin bendê de bihêlin. Di dîmena duyemîn a ku Erdogan der barê muşahîdan de kir, derket holê ku Erdogan ji muşahîdan dixwaze sindoqan desteser bikin. Serokê Baroya Enqereyê Hakan Canduran, têkildarî vê helwesta Erdogan bertekên xwe anîn ziman û wiha got: "Gelo nizanibû ku ev dîmen dê di çapemeniyê de bên belavkirin? Ev gotinên Erdogan pir bi tirs in. Gotina Erdogan a dê HDP di bin bendê de bimîne asayî ye. Lê gotina 'Yên ji derî bên vegerandin yên wan in. Rêveberiya taxê dê wan tespît bike. Dê wan ji lîsteya hilbijêran derxin, Bi vê yekê dixwazin çi bikin. Vana dê çi biki welatiyên ku deriyên xwe venekin. Gelo dê van mirovan deq bikin?  Îktîdarê ji niha de şaîbe xist hilbijartinê. Ev rêxistinên taxan dê hêsa dewletê bidin pişt xwe û zorê bikar bînin. Dê gefan li mirovan bixwin. Gelo dê destûr nedin ku mirov biçin ser sindoqan. Ev îkdîdar dixwaze bi destê dewletê hilbijartinê vegerîne milê xwe. "    EM VÊ YEKÊ QEBÛL NAKIN   Canduran, herî dawî da zanîn ku piştî vê gefê mirovên bê deqkirin dibe ku her tişt bi serê wan de bê û wiha bi dawî kir: "Ev yek nayê qebûlkirin. Em vê yekêqebûl nakin. Bi taybeti li ser Stenbol radiwestin. Ji ber ku li Stenbol girseya CHP û HDP'ê pir zêde ye. Dibe ku encamên talûke derkevin holê. Di vir de berpirsiyariyek mezin dikeve ser milê muxalefetê. Dîsa berpirsiyariyek mezin dikeve ser milê baro û parêzeran. Piştî vê dîmenê êdî bêtir ferz ke ku li her dibistanekê parêzerek hebe. 34 baro û parêzerên ku erkdar kirine dê li dibistanan bigerin û li ser kar bin. Dîsa berê Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu jî diyar kiribû ku dê roja hilbijartinê 531 hezar personelên ewlehiyê li ser sindoqan peywirdar bikin. Em dipirsin ewlehiyek wisa mezin çima? Gelo dê li diji sindoqan êrîş pêk bên. An jî serokê Lijneya hilbijartinê û lijneya hilbijartina navçeyan dê fermanê bide leşker û polîsan?"    DIVÊ TEQEZ HILBIJÊR DI WEXTÊ XWE DE BIÇIN SER SINDOQAN   Canduran, herî dawî xwest ku hilbijêr di wextê xwe de biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin. Divê bi parêzerên li dibistanan re di nava têkiliyên de bin.