Sezer ê polis bi maşinê lêxist û kuşt hat definkirin 2018-06-14 14:06:59   DERSIM - Alî Sezer ê 92 salî ku polisan bi maşîna zirxî lê xist û kuşt, hat definkirin. Polîsê ajokar ê di bin çavan de ye, li bendê ye îro îfade bide.    Alî Sezer ê 92 salî yê li Kolana Kolana Yedîncî ya Taxa Ataturk a Dersimê di 13’ê Hezîranê de gava derbasî aliyê kolanê din dibû, polîs bi maşîneya zirxî lê qeliband û kuşt. Ji bo cenazeyê Sezer birin li cemxaneyê merasîm amade kirin. Malbata Sezer, rêveberên HDP, CHP û gelek welatî beşdarî merasîmê bûn. Piştî merasîmê cenazeyê Sezer li gundê Gurîş ê navçeya Qislê hat definkirin. Şopdarê bûyerê Serokê Baroya Dersimê Bariş Yildirim, diyar kir ku ajokarê maşîneya zirxî dibin çavan deye, ew li bendêne ku îro îfadeya wî bê girin. Yildirim, anî ziman ku ewê têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomîn in.  Kurê Alî Sezer Fuat Sezer jî, da zanîn ku ew derbarê kesê ajokarê maşîneya  zirxîde gilîdarin û ji bo bê ceza kirin, ewê têkoşîna xwe ya hiqûqî bi rêve bibin.    Dişa Alî Sezer Naziye Gedîk jî, destnîşan kir ku wesayîtên zirxî yên dewletê li Dersimê tim dibin sedama mirinên mirovan û li dijî vê yekê tedbîr nayên girtin.