Sancar: HDP bendê derbas bike, dê dawiya desthilatdariyê bîne 2018-06-14 13:01:34   MÊRDÎN - Namzetê HDP’ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar, der barê gotinên Erdogan ên partiya wan dibin bendê de bihêle de, wiha got: “Ev teşwîqkirina sûc e. Ger HDP bendê derbas bike, dê dawiya desthilatdariyê were.      Serokê Giştî yê AKP û namzetê Serokkomariyê Tayyîp Erdogan, di Civîna Serokê Taxan de gotibû ku divê ew di hilbijartina 24’ê Hezîranê de HDP’ê di bin bendê de bihêlin. Dîmenên Erdogan ên derketin holê di rojevê de cih girt. Namzetê HDP’ê Mêrdînê Mîthat Sancar, gotinên Erdogan nirxandin.    ‘JI XWE PIRSGIRÊKA AKP’Ê YA HERÎ MEZIN HDP’   Sancar, diyar kir ku pirsgirêka AKP’ê ya herî mezin HDP ye û wiha axivî: “Tifaqa AKP û MHP’ê, ne derbaskirina HDP’ê ya bendavê ji bo xwe weke rizgariyê dibînin. Ger partiya me bendê derbas bike, hejmara zêde ya tîfaqa AKP û MHP’ê ya  di Meclîsê de kêm bibe. Ger HDP bendê derbas bike, dê dawî li desthilatdariyê we re.”   ‘ERDOGAN DIXWAZA HÎLEYAN BIKE’   Sancar, anî ziman ku AKP dixwaze bi hemû cureyên hileyan HDP’ê di binê bendê de bihêle û wiha bilêv kir: “Tiştên ku heya niha me digot, Erdogan bi xwe bi devê xwe îtîraf kir. Erdogan dixwaze hakîmiyeta sindoqan bike destê xwe û erkdarên xwe jî sewqî hîleyan dike.”   ‘AŞKERE SÛÇ DIKE’   Sancar, da zanîn ku hemû axaftinên Erdogan “sûcan” bi rêxistin dike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di hemû axaftinên Erdogan de binpêkirinên hiqûqî hene. Di axaftina xwe de digot, ferman daye YSK’ê. Hîna doza namzetê serokkomariyê me Selahattîn Demîrtaş berdewam bike, lê Erdogan îftirayan davêje ser. Erdogan mûdaxileyî darazê dike, rê û rêbazên Dadgeha Bilind nas nake. Di vê derê de jî hiqûq îhlal dike û bi awayekê eşkere sûcan bi rêxistin dike.”